کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Berdevkê YNKyê Karwan Gezneyî / Wêne: Rûdaw

Berdevkê YNKyê Karwan Gezneyî / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Berdevkê YNKyê: Em destê her kesê ku vê statuyê biparêze maç dikin

RÛDAW

RÛDAW

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin
Kurdistan25-11-2026

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin

QAMIŞLO - PYDyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê banga çalakiyê kir
Kurdistan25-11-2026

QAMIŞLO - PYDyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê banga çalakiyê kir

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî got, “Em destê her kesê ku vê statuyê biparêze maçî dikin."

Berdevkê YNKyê ragihand ku ew ji bo parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê amade ne li gel hemû aliyan hevahengiyê bikin.

Her wiha wî eşkere kir ku parastina statuyê ji lihevkirina li ser pêkanîna kabîneya dehem cuda ye û ew dest ji mafên xwe bernadin.

Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya.

Berdevkê YNKyê Karwan Gezneyî piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û li ser rojevê agahî dan.

Gezneyî diyar kir ku Encumena Serkirdatiya YNKyê bi serokatiya Serokê YNKyê Bafil Talebanî û bi beşdariya tîma partiyê ya di hikûmetê de û fraksiyonên wan ên li Parlamentoya Îraqê û Parlamentoya Kurdistanê civiya ye.

Wî da zanîn ku di civînê de pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

“Divê em vê statuyê wekî çavên xwe biparêzin”

Berdevkê YNKyê li ser statuya Herêma Kurdistanê got:

“Helwesta fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ew e ku baweriyeke wê ya neguhêr heye ku Herêma Kurdistanê statuyeke destûrî ye û ev statu di destûrê de hatiye çespandin.

Ev berhema xwîna sedan salan a gelê Kurd û Pêşmergeyan e. Berhema Enfal, komkujî û koçberiya gelê Kurdistanê ye.

Wekî emanetê xwîna şehîdan li ser milên me ye û divê em wekî çavên xwe biparêzin.”

Karwan Gezneyî qala avakirina Îraqa piştî sala 2003yan û rola Mam Celal (Talebanî) û serkirdatiya Kurdan a di vî warî de kir û pê de çû:

“Em niha jî dibêjin siloganên tund ên nijadperestiyê yên ji her aliyî bin xizmeta doza me nakin û pirsgirêkan çareser nakin.

Baweriya me ya kûr ew e ku divê zimanê diyalogê cihê zimanê tund bigire û destûr ji bo çareserkirina pirsgirêkên me bibe pîvana sereke.”

Gezneyî tekez kir ku YNK li ser wê yekê rijd e ku divê li Îraq û Herêma Kurdistanê şefafiyet hebe û ew amade ne ji bo rûbirûbûna gendeliyê û pêkanîna şefafiyetê li seranserê Îraqê hevahengî û alîkariya hikûmetan bikin.

“Ji bo pêkanîna kabîneya nû em dest ji mafên xwe bernadin”

Karwan Gezneyî li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, qala gotara Serokê YNKyê Bafil Talebanî ya 5ê Çiriya Paşîn a 2026an kir û got:

“Di wê gotarê de Serok Bafil nexşerêyek pêşkêş kiribû. YNK li ser wê yekê bi biryar e ku ew nexşerê, nexşerêya pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Karwan Gezneyî li ser dan û standinên hikûmetê got:

“Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji ti mafên xwe bernade.

Lê belê parastina statuya Herêma Kurdistanê ne wekî lihevkirina li ser pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Berdevkê YNKyê her wiha got:

“Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amade ye destê xwe bixe nav destê her aliyî û destê her kesê ku amade ye vê statuyê biparêze maçî bike.

Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku em ji bo pêkanîna kabîneyeke xizmetguzar a li seranserê Herêma Kurdistanê dest ji mafên xwe berdin.”

Karwan Gezneyî amadebûna partiya xwe ya ji bo hevahengiya li gel hemû partiyên Kurdistanî ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê ya li ser bingeha destûrê anî zimên.

Şertên ji bo hevdîtina bi PDKyê re

Karwan Gezneyî di konferansa rojnamegeriyê de diyar kir ku ji bo civîna li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) du şertên wan hene û ev yek di civîna berê ya her du aliyan de jî hatiye destnîşankirin:

“Yek ji wan fesixkirina Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ye û ya din jî îstifakirina wan parlamenteran e ku fraksiyonên xwe terikandine.”

Daxwaza parvekirina budceyê ji bo Silêmaniyê

Berdevkê YNKyê li ser beşa budceyê jî wiha axivî:

“Siyaseta me zelal e, tiştekî me yê veşartî nîne. Me daxwaz kiriye ku para budceya parêzgehên Silêmanî û Helebceyê, her wiha ya îdareyên Germiyan û Raperînê di budceya Îraqê de cih bigirin.”

Karwan Gezneyî destnîşan kir ku ji bo wan veqetandina budceya Silêmaniyê mafekî rewa ye û got:

“Ev mafê rewa yê xelkê vê herêmê û hemû Kurdistanê ye da ku budce nebe çekek di destê aliyan de ku her dema xwest pê beşek ji xelkê Kurdistanê ceza bike.”


Nûçeyên Têkildar

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin
Kurdistan25-11-2026

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin

QAMIŞLO - PYDyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê banga çalakiyê kir
Kurdistan25-11-2026

QAMIŞLO - PYDyê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê banga çalakiyê kir

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Pirsên