کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric / Wêne: Rûdaw

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric / Wêne: Rûdaw

Cîhan

NY: Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hemû welatiyan biparêze

Sinan Tunçdemir

Sinan Tunçdemir

23-07-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Sinan Tunçdemir
Sinan Tunçdemir23-07-2025

Nûçeyên Têkildar

Trump gef li Îranê xwar: Em dê dîsa dest bi şer bikin
Cîhan22-11-2026

Trump gef li Îranê xwar: Em dê dîsa dest bi şer bikin

Welat Nehrî: Li Fînlandayê asîmîlasyon nîne divê Kurd dersên Kurdî bi kar bînin
Cîhan21-11-2026

Welat Nehrî: Li Fînlandayê asîmîlasyon nîne divê Kurd dersên Kurdî bi kar bînin

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin
Cîhan21-11-2026

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin

New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got, “Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hemû welatiyan biparêze.”

Stephane Dujarric dilgiraniya xwe ya kûr derbarê raporên li ser tundiya mezhebî ya li Sûriyeyê anî ziman û xwest ku lêpirsîn li ser hemû binpêkariyan were kirin.

Dujarric tekez kir ku divê ew qadeke ewle ji bo hemû welatiyan, bêyî cudahiya netewe û olî, ava bike.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr de axivî û berpirsyariya aloziyan xist stûyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê.

Rûdaw: Li gorî rapora Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, herî kêm 1700 kes ku piraniya wan sivîl in, di pêlên tundiyê de hatine kuştin. Piraniya qurbaniyan ji aliyê hikûmetê an jî hêzên girêdayî wê ve hatine kuştin û nêzîkî 300 gumanbar jî hatine diyarkirin. Şîroveya we li ser vê yekê çi ye?

Stephane Dujarric: Me rapora Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan dît ku gelekî mirov aciz dike. Li aliyekî din jî tundiya mezhebî ya vê dawiyê li Sûriyeyê zêde bûye.

Gelekî girîng e ku hikûmet lêpirsîna wan kesan bike, çi girêdayî dewletê bin an jî girêdayî çi aliyekî din bin, divê werin darizandin. Malbatên qurbaniyan mafê wan heye ku bigihîjin edaletê.

Rûdaw: Hefteya borî di civîna Konseya Ewlehiyê de hin dewletên endam got ku hikûmeta demkî hîn raporên tundiyê çend mehên borî neşandine. Gelo Sekreterê Giştî hikûmeta demkî ji ber vê yekê rexne dike?

Stephane Dujarric: Derbarê hikûmeta demkî de, em rêya ku ew bûn desthilatdar dizanin. Ew hatin, bûn desthilatdarên welatekî ku ji 10 salan zêdetir di nav şer de bû û wan ev mîras girtiye.

Gelek pirsgirêk hene ku divê ew pê re mijûl bibin. Em li wir in ku piştgiriyê bidin wan lê tiştên ku divê hikûmeta demkî bike hene.

Bi taybetî jî avakirina qadeke ewlehiyê ye ku her kesekî Sûrî, netewe û olê wî çi dibe bila bibe, divê xwe ewle hîs bike.

Pirsên