کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump / Wêne: Ajans

Serokê Amerîkayê Donald Trump / Wêne: Ajans

Cîhan

Trump gef li Îranê xwar: Em dê dîsa dest bi şer bikin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Welat Nehrî: Li Fînlandayê asîmîlasyon nîne divê Kurd dersên Kurdî bi kar bînin
Cîhan21-11-2026

Welat Nehrî: Li Fînlandayê asîmîlasyon nîne divê Kurd dersên Kurdî bi kar bînin

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin
Cîhan21-11-2026

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan
Cîhan21-11-2026

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger ew û Îran heta sersalê li hev nekin, ew dê dîsa dest bi êrişên leşkerî yên li ser wî welatî bikin.

Trump her wiha gefa wê yekê xwar ku her keştiyên Îranê yên ku hewl bidin dorpêça deryayî ya Amerîkayê bişkîne bixe binê avê.

Donald Trump îro ji kanala Fox Newsê ya Amerîkayê re ragihand ku gotûbêjên nerasterast ên bi Îranê re didomin lê ti encamên pratîk ji wan derneketine.

Trump diyar kir ku di vê demê de ti nîşane nînin ku Tehran ji bo peymanê amade be û got:

"Eger ti peyman neyê kirin, meyla min li ser wê yekê ye ku piştî sersalê êriş û operasyonên leşkerî yên mezin ên li dijî Îranê dîsa bidim destpêkirin."

Trump amaje bi wê yekê jî kir ku ew niha di navbera dan û standin û êrişên sînordar de bi Îranê re asê mane bêyî ku nakokî bi dawî bibin.

“Em dê keştiyên wan bixin binê avê”

Gefeke din a Trump li ser dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê bû.

Ev yek piştî wê hat ku medyaya Îranê vê hefteyê amaje bi wê yekê kiribû ku dibe ew dorpêça deryayî ya Amerîkayê biceribînin.

Trump di bersivê de hêvî xwest ku Îran wî karî bike û got:

"Eger Îran hewl bide dorpêça deryayî ya Amerîkayê bişkîne yan biceribîne, hêzên me dê teqeyê li wan bikin û em dê keştiyên wan bixin binê avê."

Serokê Amerîkayê hişyarî jî da ku her keştiyên Îranî yên ku hewl bidin wê dorpêçê derbas bike dê "heman çarenivîsa bermahiyên hêza deryayî ya Îranê bibîne û dê bê şandin binê deryayê."

“Tenê diaxivin û xwe didizin”

Donald Trump li ser meşa gotûbêjên nerasterast rexneyên tund li şêwazê dan û standinê yê berpirsên Îranê girtin.

Trump ew wekî kesên di "xwedizîn û demkuştinê de" jêhatî bi nav kirin û got:

"Îranî tim diaxivin lê di xwedizînê de gelekî jêhatî ne. Hemû tiştê ku dikin tenê axaftin e û gotinên wan jî bêbingeh in."

Rewşa navxwe ya Îranê û xwenîşandan

Serokê Amerîkayê di beşeke din a axaftina xwe de qala rewşa navxwe ya Îranê kir.

Trump ragihand ku wî dîmen û vîdeoyên xwenîşandan û nerazîbûnên li nav Îranê dîtine û ji xwenîşanderan xwest ku çalakiyên xwe bidomînin.

Pirsên