کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Cîhan

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan
Cîhan21-11-2026

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e
Cîhan21-11-2026

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin
Cîhan21-11-2026

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin

Hewlêr (Rûdaw) - Damezirînerê şirketa Microsoftê Bill Gates behsa guherînên mezin ên li ser destê robotan di 20 salên paşerojê de kir û got, “Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin.”

Bill Gates ragihand ku dibe di nava zêdetirî 20 salên paşerojê de em di cîhaneke pirfireh de bijîn ku tê de xwarin û stargeh bi lêçûneke gelekî kêm an jî bêpere bên dabînkirin.

Li gorî Bill Gates, ev werçerxan ji ber bipêşketina mezin a di robotên wekî mirovan, kel û pelan û dahênana dermanên nû de rû dide.

Her wiha hişyariyê da ku bipêşketinên bilez ên hişê çêkirî û robotan dikarin di nava du bi dehab salan de derfetên kar ên mirovan li beşeke berfireh a aboriyê nehêlin, tevî ku ew teknolojî lêçûna jiyanê kêm dike û dahênanên tibî leztir dike.

Gates di dema beşdarbûna di podkasta "Decoder"ê ya malpera The Vergeyê de got ku eger bipêşxistina hişê çêkirî bi vê leza xwe ya niha berdewam bike û bi awayekî berbiçav neyê hêdîkirin, dê di demeke nêzîk de amûr erkên fîzîkî û hizrî yên aloz bigirin ser xwe û wiha domand:

"Eger em biryarê nedin ku bi awayekî berfireh hêdî bikin an jî rawestînin, hingê dê robotên me hebin ku dikarin xaniyan ava bikin, xwarinê hilberînin û neştergeriyan bikin."

Gates amaje bi wê yekê jî kir ku dibe piraniya wan erkên aborî yên ku niha ji aliyê mirovan ve tên kirin, êdî ji bo hilberîna piraniya kel û pel û xizmetguzariyan ne pêwîst bin.

Karker bi metirsiyê re rû bi rû dibin

Gates diyar kir ku ev guherîn û astengbûn ji niha ve di pîşesazî û karên nivîsgehan de dest pê kiriye ku tê de sîstemên hişê çêkirî erkên wekî xizmetguzariya kiryaran, firotina bi rêya telefonê û jimêryariyê ji mirovan gelekî leztir, erzantir û hûrtir bi cih tînin û got:

"Dema ku hişê çêkirî digihîje asta zîrekiya ser mirovan, kêmpeydabûn û nirxê şiyanên nivîsgehan namîne."

Xaniyên erzantir û werçerxanên tibî

Gates tevî hişyariyên xwe yên li ser windakirina derfetên kar jî tekez kir ku eger ev teknolojî bi awayekî bibandor bê bikaranîn, "dê sûdeke wê ya civakî ya gelekî mezin hebe." Û got:

"Eger robot karibin bi lêçûneke kêmtir xaniyan ava bikin û hişê çêkirî jî di dîtina çareseriyan ji bo nexweşiyan de alîkar be, ev teknolojî dikare asta debarê baştir bike û gihîştina bi xizmetguzariyên sereke berfirehtir bike."

Li gorî Gates, otomatîkbûna berfireh dikare pirsgirêka kêmbûna hêza kar di pîşesaziyên hestiyar de çareser bike, bihayê kel û pelên sereke daxîne û vedîtinên zanistî û tibî yên ku niha ji ber sînordarbûna şiyana mirovan hêdî bûne, leztir bike.

Qonaxeke veguhêz a tijî alozî ji bo 20 salan

Wî milyarderê xêrxwaz tekez kir ku dilgiraniya wî ya sereke ne li ser encama dawî ye lê li ser wê qonaxa veguhêz a nearam e ku me ber bi wê encamê ve dibe û wiha got:

"Dilgiraniya min a mezin ev qonaxa veguhêz a 20 salî ye ku tê de serkeftî û têkçûyî dê hebin û aloziyên mezin û guherînên zêde rû didin.

Divê em wê qonaxê derbas bikin da ku em bigihîjin wê serdema xweşguzeraniyê."

Gates ji bilî mijara windakirina meaş û dahatê got:

"Xebat û rêkxistina rojane, pêwendiyên civakî û hestkirina bi hebûna armancekê di jiyanê de dide mirovan.

Ev yek jî pirsên giran derdixe holê ka gelo dê civak çawa xwe biguncînin dema ku amûr beşeke zêdetir a karan bigirin ser xwe."

Gates ji hikûmet û serkirdeyên qada pîşesaziyê xwest ku her ji niha ve siyaset û planên pêwîst amade bikin da ku piştrast bibin destkeftiyên aborî yên hişê çêkirî bi awayekî dadperwerane û berfireh tên dabeşkirin û zexta li ser wan karker û karmendên ku karên xwe winda dikin sivik dibe.

Nûçeyên Têkildar

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan
Cîhan21-11-2026

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e
Cîhan21-11-2026

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin
Cîhan21-11-2026

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin

Pirsên