کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Tehsîn Îbrahîm Doskî: Zanyarê ku 150 pirtûk diyarî pirtûkxaneya Kurdî kirine

Heyder Doskî

Heyder Doskî

13-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Heyder Doskî
Heyder Doskî13-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Tehsîn Îbrahîm Doskî nîvê temenê xwe ji bo lêkolîn û parastina wêjeya klasîk a Kurdî terxan kiriye. 

Ew 56 sal in bê rawestan dixebite û heta niha 150 pirtûkên wî hatine çapkirin. 15 ji van berheman bi zimanê Erebî ne û yên din hemû bi Kurdî ne.

Zanyarê Kurd di vê maweyê de giranî daye ser berhemên helbestvan û zanyarên navdar ên wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Eliyê Herîrî. 

Ew bawer dike ku sazkirin û parastina berhemên klasîk erkê herî mezin ê neteweyî ye, çimkî ev berhem dewlemendiya ziman û edebiyata Kurdî ne.

Pirtûka ewil a Doskî di sala 1993yan de bi navê "Al-Hafiz al-Iraqi" bi zimanê Erebî hat çapkirin. 

Doskî di wê demê de li ser zanista hedîsê dixebitî. Ew diyar dike ku ji nav 150 pirtûkên wî, nêzîkî 50 pirtûk rasterast bi wêjeya klasîk a Kurdî û berhemên zanyarên Kurd ve girêdayî ne.

Doskî niha li ser du projeyên mezin ji bo Akademiya Kurdî dixebite. Projeya ewil nivîsandina "Dîroka Edebiyata Klasîk a Kurdî" ye ku bi taybetî li ser zaravayê Kurmancî hûr dibe û tê çaverêkirin bibe sê cild.

Projeya duyem jî nivîsandina "Dîroka Mîrnişînên Kurd" e ku bi rêya belgeyên arşîvên Osmanî tê amadekirin. 

Lêkolînên Doskî di nav pirtûkxaneyên giştî û taybet ên cîhanê de belav bûne.

Ew carinan ji bo dîtina destxeteke kevn serdana bajarên wekî Berlîn, Stenbol, Tehran û Bexdayê dike. 

Doskî bi keda xwe ya 56 salan, gelek aliyên veşartî yên dîroka Kurdan ronî kirine.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên