Hewlêr (Rûdaw)- Di şer û pevçûnên li bajarokê Taze li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê de, efserekî pêşmerge şehîd bû û 4 pêşmergeyên din birîndar bûn.
Çavkaniyeke agehdar ji parêzgeha Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî li bajarokê Taze li nêzîk projeya avê, şerekî giran di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket.
Çavkaniyê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku di wî şerî de neqîbekî pêşmerge şehîd bû û 4 pêşmergeyên din birîndar bûn.
Çavkaniyê herwiha got ku niha şer rawestiyaye, lê car car topbparan li navçeyê heye.



