Min romana "Çentak Pere" ku berhemeke nû ya nivîskar Silêman Demir e û sala 2026an ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve hatiye çapkirin, bi du rûniştinan qedand. Di dema xwendinê de min hinek not û ramanên xwe li ser vê berhemê tomar kirin.
Naverok û çîroka tomanê
Çîroka romanê li ser mijarekê ku bi fersend, fikar û barê giran ê dravî ve girêdayî ye ava dibe. Ji kurte-danasîna pirtûkê tê fêmkirin ku lehengê çîrokê rastî çanteyekî tije pere tê û ev rewş jiyana wî serûbin dike. Gotina sereke ya pirtûkê vê yekê pir xweş nîşan dide:
"Îcarê ev çente, ev pere ji ku hatin û ketin stûyê min..."
Roman bi gelemperî bandora psîkolojîk û civakî ya dewlemendiyeke ji nişkê ve, nakokiyên exlaqî û rûbirûbûna mirov a bi daxwazên wî re vedibêje. Çante di çîrokê de ne tenê wekî amrazekî dravî lê wekî "barekî li stûyê mirov" tê nîşandan.
Şêwaz, ziman û pêşveçûna çîrokê
- Têkelbûna rastî û fantaziyê: Roman di navbera fantazî û rastiyê de dixemile. Di destpêkê de nivîskar dibêje ku di payîza temenê xwe de, gava li malê bû, dixwest jiyaneke aram bibe serî lê bela hat serê wî. Li ser vê bûyera neasayî, her du aliyên rastiyê û hunerê bi hev re tên nîqaşkirin.
- Kelecan û herikbarî: Ji destpêka nivîsandinê ve bala min kişand, her ji rûpela pêşî de carinan kelecanê ez digirtim û ew dîmen mîna fîlmekî dihatin ber çavên min. Ji ber balkêşî û xweşiya xwendinê, min nikarîbû dest jê berdim û min xwendina wê bi kêfxweşî domand.
- Zimanê romanê: Zimanê romanê rehet, şiyar û xweş e, rasterast tê ber guh, çav û dilê mirov. Diyar e ku Qesîm Etmanekî bi xwendina dawî (redaksiyonê) karekî pir baş kiriye.
Mijarên serekî û çavdêriyên civakî
1. Jiyana li Swêdê (Orebro) û sîstema malnişîniyê
Nivîskar saloxdana bajarê Orebro û taxa ku lê dijî pir xweş dike. Ew vî bajarî dixe ser kartê û bi xwendevanên Kurd dide naskirin. Di pirtûkê de çavdêriyên pir rast li ser sîstemê hene:
- Qerebalixiya polîsan, dengê sîrenên otomobîlan, ronahiya lampayan û rev û tirsa (desperation) krîminelan pir zindî hatiye nîşandan û tesvîrkirin.
- Rewşa hejarî û behsa sîstemê ya berî û piştî malnişîniyê hatine ziman. Hizra malnişînan a ji bo jiyaneke xweştir, aramtir û erzantir tê kirin, mîna nêzîkbûna nexweşxaneyê, nedana diravê zêde ji bo taksî û otobusan, û fikarên li ser nexweşiyên kalbûnê.
- Sîstema avahiyan û hizra ewlehiyê, her wiha pirsgirêkên malnişîniyê yên ji bo kesên ku di temenekî mezin de hatine Swêdê, bi hûrgulî hatine hûnandin.
- Lehengê romanê wekî her malnişînekî Swêdî jiyaneke normal dijî, ew bi tenê ye, li ser xwe kûr dibe û wekî malnişînikî modern qehweya xwe vedixwe, xwarina xwe çêdike û li nûçeyên TV, kompîter û înternetê mêze dike da ku serwextî cîhanê bibe.
2. Vegera Nisêbînê û rexneyên sosyopolîtîk
Dema leheng diçe Nisêbînê, behsa payîza Nisêbînê û bêriya hejîr û tiriyê Merzonê dike. Lê li wir fêm dike ku divê xwe sansûr bike û li gotinên xwe miqate be. Nivîskar li vir rexneyeke pir jîr, bi êş û gazin li civakê dike:
- Ew dibîne ku mejiyê xelkê hatiye formatkirin û sîstema desthilatdar têgihîştina wan kontrol dike: “Loma jî pêşerojeke tarî ji bo welatê min hat ber çavên min.”
- Ew bi xemgînî dibêje ku hinek têgih û navên sosyo-polîtîk kirine serê xelkê û rastiya jiyanê bi wan dane jibîrkirin. Berî ku yekê fêm bikin, yekî nû dixin pêşiya wan da ku wan gêj û bêmejî bikin da ku ew bi hêsanî, mîna keriyekî pez û bêyî fikirandin bên ajotin.
3. Du kesayetiyên leheng
Nivîskar xwedî du şexsiyetên cuda ye: Yek jê jîr û biwêr e dema ku bi polîs û xelkê Swêdê re têkilî datîne ya din tirsonek û lerzok e dema ku bi xwe re diaxive, dirame û rûdanan bi bîr tîne. Ew di navbera gefa kuştinê û hesta şermê ya ji ber derewên li polîsan kiriye, diçe û tê.
Rexne û kêmasiyên romanê
Her çend berhem pir serkeftî be jî wekî xwendevan hinek xalên ku hewceyî rexneyê ne bala min kişandin:
- Navên cihan û kesan: Di pirtûkê de navê Qiziltepeyê derbas dibe, lê ez bawer im navê wê yê Kurdî Qoser e (her çend akademisyeneke Kurd gotibe Koser jî, ev nîqaşeke din e). Her wekî din, navên erebî mîna Kerîm heke bi navên Kurdî hatibûna guhertin, ew dê ji bo atmosfereke Kurdî baştir ban.
- Kelaşiya çîroka çanteyê: Çûn û hatina di navbera Nisêbîn û Orebro de dibe sedem ku carinan çîroka sereke (çanteyê peran) hinekî bê jibîrkirin. Di heman demê de, li Swêdê ku piranî tenê kart tên bikaranîn, dîtina çanteyekî tije cash (pereyên kaxez) nakokiyekê di hişê xwendevan de ava dike.
- Jibîrkirina Zû ya Trajediyê: Piştî bûyera trajîk a Sarayê (xwekuştina wê, kuştina birayê wê, mêrê wê, du zarokên wê û diya wê bi gotineke din hilweşîna tevaya malbata wê), leheng piştî sê mehan li Nisêbînê hema hema wê ji bîr dike. Gelo bûyereke wisa sersamker û hezkirineke wisa kûr di sê mehan de tê jibîrkirin? Dibe ku ev yek ji kesayetiya berjewendîperest û durû ya leheng derkeve holê.
- Tevî hinek kêmasiyên teknîkî û wekî ku leheng di nav wê qerebalix û wîtewîta polîsan de dibêje: "Ez hema ser dîwanê kumişîm û ketim nav raman û temen... hat bîra min ku ez hîna xurîn im, divê tiştekî buxum (bixwim) û dermanên xwe yên tansiyonê vexum (vexwim)…”
Gotinên Dawî
Ez dê behsa dawiya romanê nekim lê gava karaktera bi navê "cîran" dikeve nav çîrokê û jiyana leheng, roman stîleke nû û balkêş qezenc dike, ew behsa şahiya fîzîkî, xweşî û kêfxweşiya jiyanê dike.
Zimanê romanê sivik, zelal û fêmbar e, ew bi gotinên Kurdî yên resen, saloxdan û metaforên Kurdî tije ye. Her çend roman kin be û ji 109 rûpelan pêk bê jî, min bi çêjeke mezin xwend û ez bawer dikim kesên bixwînin jî wê heman çêjê hîs bikin.
Ev roman berhemeke pir serkeftî ye û di weşangeriya Kurdî ya nûjen de divê cihekî girîng bigire.



