Gava cara yekê min ew nas kir, min yekser di dilê xwe de wiha got: “Ev xanima hêja çi qasî diltenik û dilovan e. Ji zar û zimanê wê, peyv mîna şîr û hingiv diherikin. Gotin û awaza wê dike ku mirov bêrawestan guhdariya wê bike. Hebe nebe meriva wêje û helbestê ye.” Çimkî wisa nebûya ez ê xemgîn bibûma û min ê bigota: “Heyfa van hestan ku nebin wêje, nivîs û helbest!” Zêde wext derbas nebû, pê hesiyam ku ew meriva wêje, nivîs û helbestê ye. Belê, ez behsa Xaylaza Reşîdê dikim! Behsa xwediya gotina bedewetiyê…
Bi rastî jî mirov di her gotin û rêzikên helbesta Xaylaza Reşîd de bedewetiya çiya û baniyên Welatê Serhedê dibîne. Yêrevan û Tiflîsa warê zarokatî, ciwanî û serdema wê ya îroyîn, dike ku hezkirên helbestê, tûrê xwe bide milê xwe, pişta xwe bide felekê û berê xwe bide cih û warê bav û kalên wê. Xweza-tebîet ango sirûşt, di helbestên wê de bi awayekî zelal û berbiçav diyar dibin:
Çem dikîşin, fitil-fitil berbi deriya,
Karê xezal, berjêr dibin tên ser kaniya
Gul û çîçek, xweş diştirên devê geliya…
Xaylaza Reşîd berdevka bedewetiya Çiyayên Agirî û Elegezê ye. Yek ji wan kesan e ku piştî helbestvanê mezin Fêrikê Ûsiv, di van salên dawî de gundê Pampa Kurdan ango gundê Sîpanê bi me daye hezkirin.
Ew xweyê gotina êş û hesretê ye, hesreta wê carcaran welat e, carcaran jî dost û yar e. Jixwe li gorî wê êş û hesret tunebe, helbest bixwe jî namîne. Bimîne jî kêm e, qels û lawaz e. Êş û hesret, hîmekî bingehîn ê helbesta bedew û kamil e. Gava emir hebe, êş û hesret jî heye, loma gelek caran êş û evîn û hezkirinê tîne ba hev. Êşa heyî, emir û jiyanê bêkêr dike. Ji ber vê yekê ye ku helbestvana me ya dilkubar û dilnazik dibêje: Emir êş e:
Hergê emir tev da êş e,
Hergê ruhê me qirêj e,
Hergê tuneye dil êş e,
Çi jê bikim evî emrî…
Helbestvana me, helbestvana eşq û evînê ye. Ji gelek helbestên wê bêhna hezkirinê difûre. Gava mirov dikeve nava kûrahiya helbestên Xaylaza Reşîd, yekser eşq û evîna zarokatî û ciwaniyê tê bîra me. Jixwe kîjan meriva helbestê ya Serhedê dikare xwe ji eşq, evîn û hezkirinê bide alî?
Evîna te, bûye kurmê evêdara bedena min,
Min dihêre, duguvêre, rehet nahêle serê min,
Mîna şivan û keriyê pêz, dajo dibe ber bi gelî,
Ez jî ji xwe re, qet deng nakim, mîna bûka rûbixêlî...
Evîna te, ez sar kirim, bûme tendûreke kartû
Bêzexîr, bêtevdîr kirim, mîna payîzeke bêardû
Ken, şabûnê kûvî kirim, bûme xezaleke neban,
Destevala birçî kirim, ne min nan e, ne jî hevan...
Xaylaza Reşîd, gava berdevka hezkirinê be, bêguman wê gazincên wê jî derbarê vê yekê de hebin ku çima em ji hev hez nakin. Lihevsorbûn û neyartiya di navbera me de, dibe “axîneke kûr” li ser dil, qirik û kezeba wê:
Gelo çima, bi emrê xwe re em şer dikin,
Gelo çima, em mirinê zû ji bîr dikin,
Gelo çima, em her tiştî kaf-kûn dikin,
Gelo çima, însan ewqas ji hev hez nakin.
Nav baxçê de, em rûnanên, li rex bilbil,
Me ji bîr kiriye, ev hezkirin û eşqa dil,
Sebeb çî ye, em bi mirûz in, bi derd û kul,
Bû ye hesret, em bidine hev baqê sorgul…
Xaylaza Reşîd ne tenê helbestvana eşq-evîn, welatperwerî, hesret û êşê ye. Ew her wiha dilşewateka mirovên bi qedir û qîmet û mezin e jî. Jineke xwediya dilekî mezin û şîrhelal e. Ji însanên xwe hez dike, ji mirovên ku ked û emega welatê xwe dane hez dike û cihê wan ne tenê li ser serê xwe, di dilê xwe de jî çêdike. Keda di ber welêt de hatiye dayîn ji bîr nake. Keda mêrxas û jinxasên welatê xwe ji bîr nake. Wan her dem tîne bîra me û nahêle ku em wan ji bîr bikin. Carcaran ew Jîna Mehsa Emîniyê dike kevokeke spî û tîne û li ber pencereya dilê me datîne:
Delala dilê min Jîna Emînî,
Kezî-guliyê xwe tu kaw dihûnî,
Wan dergê pola li me vedikî,
Dersa şoreşê ji me re dixwînî.
Têlek porê te nadim dinyayê,
Gulançka şeke bide ber bayê,
Tola çendik-çend dewra radikî,
Taba kesekî ser sêla sor nayê.
Xêliya serê te revandin birin,
Hezaran ciwan pê darda kirin,
Ji xewa mirinê me hişyar dikî,
Besî me ye, em her roj bimirin...
Carcaran jî ew mamosteyê xwe, Çerkezê Reş ê rehmetiyê “Xweyê hibir û qelema Kurmanciyê” tîne di nîveka dil û hinavên me de keys dike û dike mêvanê civat û caqiyên giran:
Min xwest carekê, bi silavekê,
Ez ji te re bêjim, mamostê mezin,
Tu sekinî bûyî, li ser kêlekê,
Milet li dora te bû, bi gilî gazin.
Bîst sal berê bû, ew li Moskovayê,
Eza xilfik bûm û min şerm dikir,
Xwezî min qet na, hema bi dizî ve
Silav bida te, lê min fêhm nekir…
Wêjevan û helbestvana me, her dem bi Kurdewarîbûn û ji aliyê dîn ve bi Êzîdîbûna xwe kubar û serbilind e. Gava behsa vê yekê dike, tevî rewşa me ya heyî ya kambax jî dikare xwe raberî Keça Şahê Eceman û Keybanûya Tûranan bike:
Tu hew zanî,
Ez keça Şahê Îranê me,
Tu hew zanî,
Ez kehbûniya Tûranê me,
Tu nizanî,
Ez Êzîdî me, Kurda te me,
Ma tu zanî,
Gelo ez qe çend perçe me,
Tu zanibe
Vê dinyayê ez bela me…
Bila gotina ji min hew qas be çimkî çi qasî bêjim ji bo wê kêm e! Çi bêjim li bejna siwara me ya Kurmanciya bedew tê. Xaylaza Reşîd, bi helbestên xwe yên şêrîn zimanê me yê şêrîn, şêrîntir dike. Ji panzdeh salan zêdetir e ku helbestvana me ya zarşêrîn nas dikim û bi rastî jî ji vê hevnasiyê serbilind û serfiraz im. Zanim ku li wî alî Erezê helbestvaneke dil û hinavên Kurmanciyê heye û her dem bang û gaziyê me dike. Ew ji me ne dûr e lê wekî şibakeya li şibakeya mala me dinêre, nêzîkî me hemûyan e.
Xaylaza Reşîd helbesta Kurmancî ye, helbesta Kurmancî Xaylaza Reşîd e…
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



