کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Nêrîn

Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ome Ehmed
Ome Ehmed

19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve
Nêrîn19-11-2026

Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve

Cano Şakir
Cano Şakir
Koleksiyona Jaba hat lê…
Nêrîn17-11-2026

Koleksiyona Jaba hat lê…

Behîce Ferîde Demîr
Behîce Ferîde Demîr
Petrola dizî ya Îraqê û aboriya siyê ya li derveyî desthilata dewletê
Nêrîn17-11-2026

Petrola dizî ya Îraqê û aboriya siyê ya li derveyî desthilata dewletê

Omer Ehmed
Omer Ehmed

Bihayê onsa zêr daket 3 hezar û 700 dolarî, ev jî li cem kesên ku dan û standinê bi zêr dikin daketina ber bi asteke derûnî ya metirsîdar ve bû. Sedema wê jî pêşbîniyên ji bo tundkirina zêdetir a siyaseta diravî ya Amerîkayê, bihêzbûna bihayê dolar û bilindkirina faîza qewaleyên darayî ye.

Van sedeman hilberîner neçar kirine ku bihayê madenên giranbiha ji nû ve binirxînin. Roja pêncşemê, bihayê zêr di asta herî nizm a dan û standinan de daket 3 hezar û 693 dolaran.

Ev asta herî kêm a bihayê zêr e piştî meha Îlona 2025an. Her çend bihayê zêr di dema dan û standinan de ducare ber bi nêzîkî 3 hezar û 733 dolarî ve bilind bûbe jî tevî vê bilindbûna kêm, madenê zer di bin fişareke mezin de ye.

Ev daketin li gorî rekora dîrokî ya meha Kanûna Paşîn a 2026an ku 5 hezar û 318,40 dolar bû, bi paşveçûna bihayê ya bi rêjeya ji sedî 30,6 e. Li gorî vê yekê, bihayê zêr ji wê demê ve di her onsê de nêzîkî hezar û 625 dolaran kêm bûye.

Ji bo hilberînekî ku kîlogramek zêrê wî hebe, ev li gorî lûtkeya meha kanûna paşîn tê wateya zerereke nêzîkî 52 hezar û 250 dolarî.

Banka Navendî ya Amerîkayê dev ji zêr bernade

Banka Navendî ya Amerîkayê ajokara sereke ya vê pêla firotinê ye. Protokola civîna 27-28ê Çiriya Pêşîn a bankê, dilgiraniya zêdetir a darijêrên siyaseta diravî ya li ser berdewamiya enflasyonê û îhtimala bilindkirina zêdetir a rêjeya faîzê eşkere kir.

Endamê Encumena Parêzgaran a Banka Navendî ya Amerîkayê Christopher Waller helwesteke tundtir xwestiye ku di nav de îhtimala bilindkirina faîzê ya bi rêjeya ji sedî 0,5 di meha Kanûna Pêşîn de yan jî leztirkirina gavên tundkirina siyaseta diravî ya sala 2027an heye.

Niha bazar bi rêjeya nêzîkî ji sedî 90 îhtimala bilindkirina faîzê ya bi ji sedî 0,25 û ji sedî 10 jî îhtimala bilindkirina wê ya bi ji sedî 0,5 di meha Kanûna Pêşîn de datînin.

Ev rewş bi taybetî ji bo zêr neyînî ye çimkî zêr bi xwe ti faîz û qezenc nakeve ser. Bi zimanekî hêsantir, eger hilberînerek pereyê xwe bixe nava kontratên darayî, ji ber ku faîza wê ya salane li ser e û bi taybetî di van deman de faîz jî gelekî bilind bûye, di dawiyê de salane qezencê dike.

Banka Navendî ya Amerîkayê her şeş mehan carekê faîza pereyê wî dide wî û piştî bidawîhatina dema kontratê jî hemû pereyê wî jê re vedigerîne.

Kontrata Xezîneya Amerîkayê çawa zererê didin zêr?

Wekî mînak, eger veberhênerekî niha 120 hezar dolar hebin, dikare kîloyek zêr bikire lê eger biryarê bide ku bi pereyê xwe li şûna zêr, kontratên 10 salî yên Xezîneya Amerîkayê bikire, ji ber ku faîza li ser kontratên darayî yên 10 salî niha nêzîkî ji sedî 5,2 ye, piştî 10 salan dê 80 hezar dolarî qezenc bike û hikûmeta Amerîkayê jî qezenc û sermayeya destpêkê garantî kiriye.

Ango sermayeya wî piştî 10 salan bi rêjeya ji sedî 67 zêde dibe. Dibe ku eger veberhêner kîloyek zêr bikire û bihayê zêr bilind bibe, qezenca wî piştî 10 salan zêdetir be lê ev ne garantî ye.

Ji ber vê yekê, kirîna kontratên darayî yên Xezîneya Amerîkayê ji bilî ku qezencê dabîn dike, ji bo parastin û garantiya sermayeyê ye jî.

Bilindbûna bihayê dolar

Em vegerin ser sedeman, li aliyê din bihêzbûna bihayê dolarê Amerîkayî fişarên li ser bihayê zêr zêdetir kirine. Endeksa dolar di nava 19 mehên borî de gihîştiye asta xwe ya herî bilind.

Vê yekê wiha kiriye ku ew zêrê ku bi dolar dan û standin pê tê kirin ji bo wan kiryarên ku bi diravê xwe yê niştimanî dikirin biha raweste. Ango pêşbîniyên bilindkirina rêjeya faîzê, bilindbûna bihayê dolar û firotina teknîkî ji bo zêr jîngeheke neguncaw ava kiriye.

Ya ji wê jî girîngtir, aloziyên jeopolîtîk nekarî xwesteka pêwîst ji bo penageha aram ava bike da ku li hemberî van fişarên diravî hevsengiyê rabigire. Ev jî wê yekê diselmîne ku pêşbîniyên bilindkirina rêjeya faîzê niha li ser liv û tevgera demkurt a bihayan serdest in.

Herifîna bihayê zîv

Zîv jî bi heman şêweyê zêr daketiye lê daketina wî gelekî zêdetir e. Roja çarşemê, bihayê zîv nêzîkî ji sedî 5,3yan daket 44,88 dolaran ji bo her onsekê. Ev biha asta herî kêm a bihayê zîv e piştî Îlona 2025an.

Berevajî zêr, beşeke berbiçav a zîv di çalakiyên pîşesaziyê de tê bikaranîn. Ev yek wiha dike ku ew ne tenê li hemberî bihêzbûna dolar û bilindkirina rêjeya faîzê lawaz be lê her wiha bikeve bin bandora dilgiraniyên li ser çalakiya pîşesaziyê û bipêşketina aboriya cîhanê jî. Ji ber vê yekê, daketina hevdem a zêr û zîv îşaret e ji bo pêleke berfirehtir a firotinê li seranserê bazara madenên giranbiha.

Bihayê zêr dê di paşerojê de çi lê bê?

Ceribandina girîng a paşerojê ew e ku gelo zêr dikare vegere ser 3 hezar û 800 dolarî? Mana berdewam a bihayî di bin 3 hezar û 700 dolarî de dikare firotina teknîkî û tasfiyekirina bi zorê (margin call) han bide. Li aliyê din, asta 3 hezar û 650 dolarî wekî xala paşerojê ya daketinê tê diyarkirin.

Li beramberî wê di dema bilindbûnê de, vegera di navbera 3 hezar û 800 heta 3 hezar û 850 dolarî de dê ji bo kêmkirina fişara firotina bilez bibe alîkar. Ev ast xalên diyarkirî yên bazarê ne û ne astên piştgirî (support) û berbestê (resistance) yên misoger in.

Ajokarên sereke yên paşerojê ev in: daneyên enflasyonê û derfetên kar li Amerîkayê, faîza qewaleyên darayî yên xezîneyê û îşaretên Banka Navendî ya Amerîkayê.

Tevî vê paşveçûna mezin jî, sedemên hilberîna demdirêj a di zêr de ji holê ranebûne. Kirîna zêr ji aliyê bankên navendî ve, nedilniyariya jeopolîtîk, dilgiraniyên li ser deynên welatan û curbecurkirina hilberînê wekî çavkaniya sereke ya xwesteka kirîna zêr dimînin lê ev pêla firotinê ya niha nîşan dide ku ev sedem nikarin her tim zêr li hemberî şert û mercên tund ên siyaseta diravî biparêzin.

Nûçeyên Têkildar

Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve
Nêrîn19-11-2026

Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve

Cano Şakir
Cano Şakir
Koleksiyona Jaba hat lê…
Nêrîn17-11-2026

Koleksiyona Jaba hat lê…

Behîce Ferîde Demîr
Behîce Ferîde Demîr
Petrola dizî ya Îraqê û aboriya siyê ya li derveyî desthilata dewletê
Nêrîn17-11-2026

Petrola dizî ya Îraqê û aboriya siyê ya li derveyî desthilata dewletê

Omer Ehmed
Omer Ehmed
Pirsên