Hewlêr (Rûdaw) - Elî Zeynîvend ragihand ku ew ji bo senaryoyên herî xirab ên rûbirûbûna bi Amerîkayê re amade ne.
Elî Zeynîvend her wiha diyar kir, her dema ku berjewendî û ewlehiya Îranê werin dabînkirin û "dijmin êrişî me neke, dê şer raweste."
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê Elî Zeynîvend di konferanseke rojnamegeriyê ya li Tehranê de li ser şerê di navbera welatê xwe û Amerîkayê û îhtimala rawestandina şer axivî û got:
"Em di ti qonaxên dîrokê de nebûne destpêkerê şer.
Her dema ku berjewendî û ewlehiya Îranê werin dabînkirin û dijmin êrişî me neke, dê şer raweste.
Di vê demê de ji xeynî parastinê ti rêyên me yên din nînin."
Elî Zeynîvend destnîşan kir:
"Dema ku berjewendiya niştimanî, ewlehiya niştimanî, serxwebûn û nasnameya welêt parastî bin, dê berpirsên welêt biryara bidawîanîna şer bidin."
"Em ji bo senaryoyên herî xirab amade ne"
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê li ser şiyana leşkerî û amadehiyên Tehranê yên ji bo rûbirûbûna êrişên Amerîkayê hişyarî da Washingtonê û eşkere kir:
"Me xwe ji bo hemû rewşan û senaryoyên herî xirab amade kiriye û ji bo rewşa krîzê amadehî hatine kirin. Ev şer e.
Eger ew li binesaziyên me bidin, em dê binesaziyên wan bikin armanc.
Eger ew cihên me yên leşkerî bikin armanc, em jî dê cihên wan ên leşkerî bikin armanc.
Destê me di warê leşkerî de ew qasî tijî ye ku ti pirsgirêkên me nînin û em dê dijmin li cihê wî bidin rûniştandin."
Elî Zeynîvend di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser rewşa navxwe û sînoran û anî ziman:
"Çi li sînoran û çi jî li her cihê ku pêwîstî bi çavdêriyê hebe, li ser mijarên ewlehiyê kontroleke temam heye."
Rola Pakistanê ya di navbeynkariyê de
Elî Zeynîvend li ser pêwendiyên dîplomatîk, serdana Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Îskender Mûminî ya Pakistanê û îhtimala gihandina peyaman a Amerîkayê jî ragihand:
"Di dan û standinên bi Amerîkayê re de navbeynkarê me yê sereke Pakistan e.
Di serdana Wezîrê Karên Navxwe ya Pakistanê û di çarçoveya gotûbêjan de, eger mijarek di vî warî de hebe dê were gihandin."
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê tekezî li ser pêwîstiya girtina rêya dîplomatîk a di dema şer de kir û li pey çû:
"Di hemû şeran de mijara dan û standin û navbeynkariyê heye, bi taybetî dema ku aliyê beramber welatekî wekî Amerîkayê be.
Tiştekî veşartî ji xelkê nîne û Îranê kîjan peyman îmze kiribe, pêbendî wê bûye.
Wekî ku di peymana nukleer a 2015an û beriya wê jî di peymana Sedabadê de, tevî cudahiya nêrînan, Komara Îslamî pêbendî sozên xwe ma."
Mekanîzmaya biryardanê û guherîna stratejiyê
Zeynîvend li ser mekanîzmaya biryardana ji bo dan û standinan a li Îranê diyar kir:
"Biryarên welêt ên di warê siyaseta derve û dan û standinan de di çarçoveyên qanûnî û pêkhateyên fermî yên pergalê de tên dayîn û ti kes an jî dezgeh bi awayekî serbixwe biryarê nadin.
Qada leşkerî piştgiriyê dide bipêşxistina dîplomasiyê û dîplomasî jî destkeftiyên leşkerî cîgir dike."
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser stratejiya nû ya Washingtonê ya li dijî Tehranê û destnîşan kir:
"Dijmin ji têkbirina leşkerî ya Îranê bêhêvî bûye û bi ti fêlbaziyan nikare vî karî bike lê niha bala xwe daye ser zexta civakî."
Di şeva 11emîn a êrişên Amerîkayê yên li Îranê de, zêdetirî 20 bajar hatin bombebarankirin ku beşek ji wan dikevin Rojhilatê Kurdistanê.
Tevî vê yekê jî, hewldanên navbeynkaran bi taybetî Pakistan û Qeterê ji bo bidawîanîna şer û destpêkirina dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de didomin.
Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Îskender Mûminî çû Pakistanê û bi berpirsên bilind re civiyaye.



