Hewlêr (Rûdaw) - Hezar û 100 bilêtên ku ji bo alîgirên Amedsporê hatibûn veqetandin, doh di nava çend xulekan de mîna tîra ji kevanê derketî zû qediyan.
Alîgir ji bo maça Gençlerbîrlîgiyê berê xwe didin Enqereyê da ku di parastina lûtkeyê de mil bidin tîma xwe.
Bi vî rengî diyar bû ku alîgirên Amedsporê ne tenê di maçên mala xwe de, di maçên li derveyî malê de jî tîma xwe bi tenê nahêlin.
Amedspor bi kadroyeke têr û tijî amadehiyan dike
Piştî bidawîbûna maçên Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê, lîstikvanên ku çûbûn kampê, vegeriyan tîmên xwe.
Bi vegera wan û başbûna lîstikvanên neamade re, Amedspor bi rêberiya rahênerê xwe, bi hemû lîstikvanan amadehiyên xwe yên ji bo vê deplasmana girîng didomîne.
Parastina lûtkeyê û serkeftina yekem a deplasmanê
Amedspora ku di 6 maçên pêşî yên lîgê de 13 puan kom kirine û niha di rêza yekem de cih digire û dixwaze cihê xwe yê lûtkeyê biparêze.
Tîma kesk û sor 10ê Çiriya Pêşîn (şemî) demjimêr 13:30î derkeve hemberî Gençlerbîrlîgiyê.
Armanca sereke ya Amedsporê ew e ku bi piştgiriya xurt a alîgirên xwe yên li Enqereyê, sê puanên din bixe kîsê xwe û di vê sezonê de li deplasmanê serkeftina xwe ya yekem bi dest bixe.




