Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Batman Petrolsporê ya Bakurê Kurdistanê li Enqereyê li hemberî Igdir FKyê 2-1 têk çû.
Di hefteya 9an a Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de her du tîmên Bakurê Kurdistanê li Enqereyê hatin pêşberî hev.
Petrolspora ku 75 xulekan bi 10 lîstikvan lîst 2-1 têk çû.
Di xuleka 20î ya maçê de Igdir FK bi gola Crociata 1-0 ket pêş.
Di xuleka 23yan de lîstikvanê Petrolsporê Mucahît Albayrak ji ber midaxeleyeke tund a li hemberî rikeberê xwe karta sor dît û tîma xwe 10 kes hişt.
Di xuleka 35an de lîstikvanê Igdirê Serdar Gurler ferq derxist 2yan û encam kir 2-0.
Beriya ku nîvê yekem biqede, lîstikvanê Petrolsporê Metehan ferq daxist yekê û nîvê yekem 2-1 bi dawî bû.
Têkçûna sêyem li ser hev
Di nîvê duyem a maçê de her du tîman jî ji derfetên zelal ên golê sûd wernegirt.
Di 15 xulekên dawî de Petrolsporê êrişên xwe zêde kirin lê qelavanê Igdir FKyê derfet neda gola wekheviyê û maç bi serkeftin Igdir FKyê xelas bû.
Bi vê encamê re Batman Petrolspor di sê maçên xwe yên dawî de li ser hev têk çû û ji pêşengtiyê daket rêza 5an û niha xwediyê 16 puanan e.
Igdir FK jî bi 19 puanan di rêza sêyem de ye.
Batman Petrolspor dê roja çarşemê li qada xwe bi Îstanbulsporê re bilîze. Igdir jî dê heman rojê li derve bi bi Keçîorengucuyê re bilîze.




