Hewlêr (Rûdaw) - Boksorê Kurd Agît Kabayel li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li ber çavên girseyeke mezin li hemberî hevrikê xwe Nelson Hysa serkeftineke bilez tomar kir.
Agît Kabayel cara yekem kembera şampiyoniya cîhanê ya sîkleta giran a WBCyê parast û bi Alaya Kurdistanê serkeftina xwe pîroz kir.
Berê sibeha îro yekşemê 29ê Çiriya Paşîn a 2026an bi amadebûna 53 hezar alîgiran li Stadyuma Esprit Arenayê ya li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê maç hat lîstin.
Di xuleka 2:42yan a raunda duyem de maç qediya
Agît Kabayel karî di raunda duyem de bi lêdana teknîkî (TKO) bi ser bikeve.
Tîma rahêneran a Nelson Hysa di xuleka 2:42yan a raunda duyem de ji ber birîndarbûna enîşka boksorê xwe, xawliya xweradestkirinê avêt nav rîngê.
Agît Kabayel wekî her tim Kurdbûna xwe tekez kir û bi Alaya Kurdistanê serkeftina xwe pîroz kir.
Kabayel di daxuyaniya xwe ya yekem a piştî serkeftinê de got, "Bijî Kurd, bijî Kurdistan."
“Bêyî ti têkçûnê 28 serkeftin”
Agît Kabayelê ku 28 serkeftin bi dest xistine û ti carî têk neçûye 20 bi lêdanan hîn jî ji raunda yekem ve bi lez û hêza destên xwe cudahiyeke mezin çêkir.
Wî bi çend lêdanên bihêz ên destê rastê û lêdana ji jêr ve (aperkat) guvaşeke mezin xist ser hevrikê xwe.
Boksorê Kurd di raunda duyem de jî piştî ku çend lêdanên li pey hev arasteyî wî kirin, Hysa ji ber êşeke mezin qêriya û tenê bi destê xwe yê rastê şerê xwe domand.
Piştî çend lêdanên din, boksorê Albanayî îşaret da tîma xwe û pişta xwe da şampiyonê Kurd.
Kabayel ew derfet bi kar anî û êrişî wî kir, berî ku tîma rahêneran a Hysa bi fermî dawî li maçê bîne.
Bi vê yekê Agît Kabayel maç bir û karî kembera şampiyoniya cîhanê biparêze.



