Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber serkeftina wî ya dîrokî û parastina kembera şampiyoniya cîhanê ya sîkleta giran (WBC), boksorê Kurd Agît Kabayel pîroz kir û hêviya serkeftina berdewam ji wî re xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di peyameke li ser tora civakî ya Xê de wiha nivîsî:
"Ez şampiyonê cîhanê yê boksê yê Kurd Agît Kabayel ji ber serkeftina wî ya dîrokî û parastina kembera şampiyonê cîhanê yê sîkleta giran (WBC) ji dil û can pîroz dikim.
Hêviya serkeftin û bipêşketina berdewam ji wî re dixwazim."
Agît Kabayel di raûnda duyem de bi ser ket
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hat ku berbanga îro bi amadebûna 53 hezar alîgiran li Stadyuma Esprit Arenayê ya li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê, boksorê Kurd Agît Kabayel li hemberî rikeberê xwe Nelson Hysa serkeftineke bilez bi dest xist û cara yekem kembera xwe ya şampiyoniya cîhanê ya sîkleta giran a WBCyê parast.
Kabayel di raunda duyem de bi nakawta teknîkî (TKO) bi ser ket.
Tîma rahênerên Nelson Hysa di xuleka 2:42an a raunda duyem de ji ber birîndarbûna enîşka lîstikvanê xwe, xawliya teslîmbûnê avêt nava rîngê.
“Bijî Kurd, bijî Kurdistan”
Agît Kabayel wekî her carê Kurdbûna xwe nîşan da û bi Alaya Kurdistanê re serkeftina xwe pîroz kir.
Kabayel di yekem daxuyaniya xwe ya piştî serkeftinê de got, "Bijî Kurd, bijî Kurdistan."
Kabayelê ku niha bêyî ti têkçûnê xwediyê 28 serkeftinan e (20 ji wan bi nakawtê ne), her ji raunda yekem ve bi lez û hêza destên xwe cudahiyeke mezin çêkir.
Wî bi gelek kulmên bihêz ên destê rastê û lêdanên ji binî ve guvaşeke mezin xist ser rikeberê xwe.




