Hewlêr (Rûdaw) - Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR) di rapora xwe ya salane de ragihand ku 2025an nêzîkî 1,3 milyon Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.
Bi vê yekê re, hejmara penaberên Sûriyeyî yên li cîhanê ji 6 milyonan daket 4,9 milyonan.
Hejmara vegerê 3 qatan zêde bûye
Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an, hejmara kesên vegeriyane Sûriyeyê li gorî sala borî nêzîkî sê qatan zêde bûye.
Ev yek wekî yek ji pêlên herî mezin ên vegerê yên salê hat tomarkirin.
Sûriye di rêzên pêş de ye
Li seranserê cîhanê jî, 2025an nêzîkî 14,7 milyon penaber û koçber vegeriyane ser axa xwe.
Sûriye li gel welatên wekî Efxanistan, Sûdan, Komara Demokratîk a Kongoyê, Ukrayna û Myanmarê, di rêza wan welatan de cih digire ku herî zêde veger lê pêk hatine.
Rûbirûyî astengiyan dibin
Tevî vê pêla mezin a vegerê, UNHCRê bal kişand ser wê yekê ku welatiyên vegeriyayî hîn jî bi astengiyên mezin re rûbirû ne.
UNHCRê diyar kir ku ev astengî bi taybetî di warê nûavakirin, peydakirina kar, ewlehî û xizmetguzariyên bingehîn de ne.



.jpg&w=3840&q=75)