Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Cerablusê ya Sûriyeyê leşkerekî artêşa Tirkiyeyê nexweş ket û mir.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mirina leşkerê xwe daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, çawîşê bi navê Kenan Şahîn li herêma "Operasyona Mertala Feratê (Cerablus)" nexweş ketiye.
Wezaretê da zanîn ku Kenan Şahin bi helîkopterê veguhastine Nexweşxaneya Bajar a Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê.
Hat diyarkirin ku tevî hemû hewldan û midaxeleyên bijîşkan jî Kenan Şahîn miriye.



