Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Tawanan a Şamê rûniştina yekem a darizandina Muftiyê berê yê Sûriyeyê Ehmed Hesûn bi rê ve bir.
Ehmed Hesûn bi tohmetên "tawanên şer, tawanên li dijî mirovahiyê û teşwîqa kuştinê" derket pêşberî dadgehê.
Rûniştin bi amadebûna Dozgerê Giştî yê Sûriyeyê, nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê û rêxistinên navneteweyî bi rê ve çû.
Ev beşek ji wê pêvajoya yasayî ye ku dadgehên Sûriyeyê ji bo lêpirsîna li ser berpirsên hikûmeta berê di çarçoveya pêvajoyekê de dane destpêkirin ku navê "dadperweriya veguhêz" lê kirine.
Tohmetên li ser Hesûn
Serokê Dadgeha Tawanan a Şamê Fexredîn Mistefa Eryan di rûniştina îro de lîsteya tohmetên ku arasteyî Ehmed Hesûn kirine eşkere kir.
Tohmetên sereke ev in:
· Tohmetbarkirina wî ya bi bikaranîna navê (Muftiyê Komarê) ji bo berjewendiyên taybet û danîna pêwendiyên li derveyî çarçoveya fermî bi serokên rejîma berê û dezgehên îstixbaratê re.
· Tohmetbarkirina wî ya bi wê yekê ku di gotar û dersên xwe de ji bo leşkerên rejîmê, ew hêzê li dijî sivîlan bi kar bînin, bi taybetî li herêmên rojhilatê Helebî û li Îdlibê.
· Tohmetbarkirina wî ya bi piştgiriya ji bo fermandarên leşkerî yên ku tevlî tawanên şer bûne û dayîna şerîeta dînî ya destwerdanên leşkerî yên biyanî ku bûne sedema mirina bi sedan hezar kesan.
Gefên li dijî Ewropayê
Dozgerê Giştî yê Sûriyeyê di dema darizandinê de bal kişand ser daxuyaniyeke berê ya Ehmed Hesûn ku tê de gef li welatên Ewropayê xwaribû.
Dozgerê Giştî yê Sûriyeyê got:
"Hesûn sala 2011ê ragihandibû ku 'eger Ewropa mûşekan biavêje Sûriyeyê, kurên Sûriye û Libnanê yên li nav Ewropayê dê bibin xwekuj.'
Bi gotina dozger, ev daxuyanî Ehmed Hesûn dixe nav çarçoveya 'teşwîqa kuştina bi qestî'."
Dadgeha Tawanan a Şamê ragihand ku ev tohmet li gorî yasaya cezayan a Sûriyeyê û peymanên navneteweyî wekî "tawanên şer" tên hesibandin.
Li gorî daxuyaniya destûrî ya sala 2025an a Sûriyeyê, "ev cure tawan bi derbasbûna demê yan bi efûya giştî bi dawî nabin û gumanbar nikare ji wan rizgar bibe."
Ehmed Hesûnê ku meha Adara 2025an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve hatibû girtin, îro rûniştina wî ya yekem a darizandinê bû lê dadger ti biryar li ser wî nedan û rûniştin ji bo 16ê Tîrmehê bi paş xist.
.webp&w=3840&q=75)


