Dera (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê derbasî gundê Abdînê yê li gundewarê Derayê bû.
Dema ku leşker û tankên Îsraîlê ketin gund, zarokan bi keviran derketin pêşiya wan.
Ev cara yekemîn e ku li Derayê rûbirûbûnek bi vî rengî çêdibe.
Tîma me çû wî gundê ku li ser sînorê Sûriye, Urdun û Îsraîlê ye û rûdanên li herêmê şopandin.
Ehmed û Umer jî di nav wan zarokan de bûn ku ketin pêşiya artêşa Îsraîlê.
Zarokê bi navê Ehmed Omer ê ji gundê Abdînê got:
“Me kevir avêtin wan, wan jî piskîwît û av dan me. Me kevir avêtin wan ew jî reviyan. Ew bi çekên xwe xurt in lê em tenê ji Xwedê ditirsin.”
Neçar dimînin malên xwe biterikînin
Gundê Abdînê yek ji gundên Hewzeya Yermûkê ye û dikeve sêgoşeya sînorê Sûriye, Urdun û Îsraîlê.
Ev gund nêzîkî baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ye.
Xelkê gund dibêjin ku ji ber destwerdanên berdewam ên leşkerên Îsraîlê, ew neçar dimînin bi demjimêrên dirêj malên xwe biterikînin.
Malbata Selîmeyê jî yek ji qurbaniyên destwerdana berdewam a Îsraîlê ya li xaka Sûriyeyê ye.
Ne şev ne jî roj, dema derbasbûna leşkerên Îsraîlê ya nav gundê wan ne diyar e.
Nişteciha gundê Abdînê Selîme Eleliyê got, “Ew guman dikin ku sivîl çekdar in û dixwazin li gundê me bi cih bibin. Hatine li ser gir bi cih bûne. Erdên me hemû li derdora gir in, çandiniya me hemû li wê derê ye. Eger li wir bi cih bibin, em êdî nikarin biçin wê derê.”
"Dixwazin herêma me kontrol bikin"
Li başûrê Sûriyeyê bi giştî 9 baregehên leşkerî yên artêşa Îsraîlê hene. Ji van baregehan 8 li Quneyterayê ne û yek jî li Derayê ye.
Ev cara yekem e ku hêzên Îsraîlê zêdetirî 20 demjimêran di gundekî de dimînin. Piştî ku ew vekişiyan jî dronên çavdêriyê li asmanê herêmê firiyan.
Welatî Ebdela Emîn li ser armanca Îsraîlê diyar kir:
“Dixwazin herêma me kontrol bikin. Dibe ku ew ji xelkê ditirsin, tevî ku gundiyên me aştîxwaz in û êriş nakin.
Beriya niha gelek binpêkarî çêbûn lê kesî bersiv neda.”
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê êrişên Îsraîlê yên li parêzgehên Quneytera û Derayê bi tundî şermezar kirin.
Wezaretê ev gav wekî "binpêkirineke eşkere ya serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyeyê" bi nav kir.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)