Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên li çoltera Helebê, 10 ciwanên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve hatin desteserkirin.
Çavkaniyekî ji Til Eranê ji Rûdawê re ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li çoltera Helebê dest bi pêngaveke desteserkirinê kiriye.
Ev pêngav bi taybetî li bajarokên Kurdnişîn ên Til Hasil û Til Eranê bi rê ve diçe.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke taybet dane Rûdawê, di vê operasyonê de herî kêm 10 ciwanên Kurd hatine desteserkirin.
Hat diyarkirin ku ev ciwan bi tohmeta "pêwendiya bi hikûmeta berê ya Sûriyeyê (desthilata Beşar Esed) re" hatine desteserkirin.
Çoltera rojhilatê Helebê û bajarokên Til Eran û Til Hasilê piştî guherînên dawî yên li Sûriyeyê di bin kontrola birêvebiriya nû de ne.


.webp&w=3840&q=75)