کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Civîneke berê ya Parlamentoya Sûriyeyê/ Wêne:  Louai Beshara/AFP/Getty Images-Arşîv

Civîneke berê ya Parlamentoya Sûriyeyê/ Wêne: Louai Beshara/AFP/Getty Images-Arşîv

SÛRIYE

Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?

RÛDAW

RÛDAW

01-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW01-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike
SÛRIYE19-11-2026

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar
SÛRIYE18-11-2026

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin
SÛRIYE11-11-2026

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rengê Parlamentoya Sûriyeyê hema bêje diyar bû û hejmara nûnerên Kurd jî eşkere bû.

Di parlamentoya nû de tenê 11 parlamenterên Kurd cih digirin.

Hejmara giştî ya kursiyên Parlamentoya Sûriyeyê 210 e lê heta niha 207 kursî diyar bûne.

Ji van kursiyan 137 bi rêya hilbijartinan diyar bûn.

Ji ber ku li Siwêdayê hilbijartin nehatin temamkirin, 3 kursiyên vê parêzgehê heta niha vala mane.

Her wiha 70 kursî jî îro ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê ve hatin destnîşankirin.

Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê ji hundirê Parlamentoya Sûriyeyê da zanîn ku navên 70 endamên nû hatin eşkerekirin.

Ev 70 endam para Serokkomarê Sûriyeyê ne û rasterast ji aliyê wî ve hatine destnîşankirin.

Di nav vê lîsteyê de tenê navên du Kurdan hene. Ew jî Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî ne.

Rêjeya Kurdan gelekî kêm e

Tevî ku Kurd pêkhateyeke sereke ya Sûriyeyê ne, nûnertiya wan a di parlamentoyê de di asteke gelekî nizm de ma.

Tenê 11 parlamenterên Kurd derbasî Parlamentoya Sûriyeyê bûn.

Ev hejmar jî dike ji sedî 4,07ê tevahiya kursiyên parlamentoyê.

Nav û herêmên parlamenterên Kurd

Nav û herêmên hilbijartinê yên wan 11 parlamenterên Kurd ên ku ketine parlamentoyê bi vî rengî ne:

1- Rengîn Ebdo - Efrîn

2- Mihemed Sîdo - Efrîn

3- Seîd Şêx Zade - Efrîn

4- Omer Xerîbo - Sifêra

5- Ferhad Şahîn - Kobanî

6- Ehmed Mûrad - Dêrik

7- Kîm Îbrahîm - Qamişlo

8- Ridwan Sîdo - Qamişlo

9- Fesla Yûsif - Hisîça

10- Ebdilhekîm Beşar - Hisîça

11- Mistefa Ebdî - Hisîça

Pirsên