کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
SÛRIYE

Teqîna li Şamê: Hejmara miriyan gihîşt 9 kesan

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

03-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran03-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike
SÛRIYE19-11-2026

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar
SÛRIYE18-11-2026

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin
SÛRIYE11-11-2026

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Sûriyeyê ragihand ku hejmara kuştiyên teqîna kafeteryayeke li bajarê Şamê gihîşt 9 miriyan û 20 birîndaran.

Teqîn piştî nîvroya roja Pêncşemê li nêzîkî Koşka Dadê ya li navenda Şamê rû da ku ew der herêmeke qerebalix e û avahiyên girîng ên hikûmetê lê ne.

Heta niha ti aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Ev êriş wekî êrişa herî bi xwîn a piştî teqîna sala par a li dêrekê tê dîtin.

Nûr Xeyatê 40 salî ku li nêzîkî cihê bûyerê dikaneke wî heye ji AFPyê re got:

"Saet nêzîkî 3yê piştî nîvro bû, min dengekî pir bilind ê teqînê bihîst û deriyê dikanê hejiya.

Xelk ber bi kafeteryayê ve reviya û gazî ambulansan dikir."

Xwediyê dikaneke din Mihemed Zehebî jî da zanîn:

"Dema ez gihîştim cihê bûyerê, min dît ku gelek kes ketine û her der xwîn bû.

Van dîmenan salên şerê navxwe anîn bîra me."

"Berpirsên vê xwînrijandinê dê werin cezakirin"

Parêzgarê Şamê Mahir Deybî li cihê teqînê diyar kir ku lêkolîneke hûr hatiye destpêkirin û got:

"Berpirsên vê xwînrijandinê dê werin cezakirin.

Her gava ku welat ber bi aramiyê ve diçe, aliyên xirabkar hewl didin wê xera bikin."

Li ser asta navneteweyî, Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Claudio Cordone xwest ku sûcdar werin darizandin.

Tirkiye û welatên Ereban ên wekî Îraq, Urdin, Qeter û Misirê ev êriş bi tundî şermezar kir.

Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an, rayedarên nû yên Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şer hewl didin Sûriyeyê bikin yek û ewlehiyê vegerînin lê belê car caran li Şam û herêmên din bûyerên bi vî rengî çêdibin.

Êrişa herî bi xwîn a piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, Hezîrana 2025an li dêrekê hatibû kirin ku tê de 25 kes miribûn.

Pirsên