Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer, di çarçoveya erkdarkirinên ji bo parlamentoya nû de lîstikvan Rouzaina Lazkani wekî parlamenter destnîşan kir.
Rouzaina Lazkaniya ku berê tecrubeya wê ya siyasî nîne, ji ber vê erkdarkirinê spasiya Ehmed Şer kir.
Ji 210 kursiyên Meclisa Gel 70 endam rasterast ji aliyê Serokkomar ve hatine diyarkirin.
Rouzaina Lazkaniya 36 salî bi performansa xwe ya di rêzefîlma Al-Haybayê de ku li ser Netflixê jî hatibû weşandin tê naskirin.

Lazkaniyê li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir û diyar kir ku ev baweriya pê hatiye anîn ji bo kariyera wê xaleke girîng e û ew dê ji bo ku bibe layiqî vê baweriyê bixebite.
Rouzaina Lazkaniyê sala 2014an dest bi kariyera xwe ya televîzyonê kiribû û berê di ti karên siyasî de nexebitiye.
Di nav wan 70 kesên ku Ehmed Şer rasterast diyar kirine de xizmên qurbaniyên şerê navxwe, girtiyên berê û ew kesên ku ji êrişên kîmyayî yên desthilata Beşar Esed rizgar bûne jî hene.

Ji 70 kesên hatine erkdarkirin 15 jê jin in.
Li gel wan 6 jinên ku ji aliyê komîteya hilbijartinê ve hatine diyarkirin, hejmara parlamenterên jin di parlamentoyê de gihîşt 21ê.


.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)