Hewlêr (Rûdaw) - Emmanuel Macron di serdana xwe ya Sûriyeyê de, rûpeleke nû di pêwendiyên Fransa û Sûriyeyê de vekir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li gel Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer civiya û ragihand ku Fransa amade ye di qonaxa veguhestina ber bi serweriya qanûnê û avakirina ducare ya binesaziya aborî ya Sûriyeyê de alîkar be.
Serdana Macron ku piştî sala 2009an serdana yekem a serokekî Fransayê ya Sûriyeyê ye, di demekê de ye ku Sûriyeyê qonaxa desthilata Beşar Esed li pey xwe hiştiye.
Macron di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş a bi Ehmed Şer re de got, "Pêwîst e dîktatorî cihê xwe ji bo desthilateke rasteqîn a qanûnê vala bike."
Macron her wiha destnîşan kir ku ev yek rêya tenê ye ji bo avakirina Sûriyeyeke nû û gihîştina bi aramî û bextewariyê.
Teqîn û biryardariya Macron
Serdana Macron bê pirsgirêk nebû, piştî ku ew gihîşt Şamê, li nêzîkî oteleke ku lê dima 2 teqîn çêbûn û di encamê de 18 kes birîndar bûn.
Tevî vê metirsiya ewlehiyê jî Macron xwest serdana xwe bidomîne û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê nivîsî, "Ti tişt nikare biryara Sûriyeyiyan a ji bo jiyana di welatekî serwer û aram de têk bibe."
Her wiha Ehmed Şer jî pesnê "wêrekiya" Macron da ku tevî teqînan serdana xwe domandiye.
Tê gumankirin ku paşmayên rêxistina DAIŞê li pişt wan teqînan bin.
Peymana stratejîk û vegera balyozan
Her du serokan li ser diyarkirina balyozan a ji bo paytextên hev li hev kir.
Her wiha Fransayê soz da ku di avakirina ducare ya sektora bankê de alîkariya Sûriyeyê bike.
Vegera balyozan a ji bo paytextan piştî wê yekê tê ku Fransayê sala 2012an balyozê Sûriyeyê ji Parîsê derxistibû û balyozxaneya xwe ya li Şamê girtibû.
Di wê demê de Fransayê bi rêya nûneriyeke dîplomatîk a li Beyrûtê kar û barên Sûriyeyê bi rê ve dibirin lê ev biryara dîrokî ya di navbera Emmanuel Macron û Ehmed Şer de dawî li wê rewşê tîne.
Niha her du welat ji bo diyarkirina balyozên xwe yên nû dixebitin.
Vegerandina darayiyên Sûriyeyê
Yek ji biryarên sereke vegerandina 51 milyon euro (nêzîkî 58 milyon dolarên Amerîkî) bû ji bo Sûriyeyê ku berê Fransayê dest danîbû ser mal û milkên Refet Esedê apê Beşar Esed.
Macron ku şandeyeke mezin a bazirganiyê û birêvebirên şirketên wekî TotalEnergies û CMA CGMê li gel wî bûn ragihand ku Parîs amade ye di projeyên enerjî û veguhastina Sûriyeyê de xwedî pareke mezin be.
Ji aliyê ewlehiyê ve Macron amaje pê kir ku Fransa mijûlî pênasekirina ducare ya pêwendiyên xwe yên leşkerî yên bi Sûriyeyê re ye.
Ev yek îhtimala piştgiriya hêzên taybet ên Fransayê ji bo Sûriyeyê ya di şerê li dijî DAIŞê û komên tundrew de li xwe digire.
Her wiha Parîsê amadehiya xwe ji bo çekdarkirin û perwerdekirina artêşa Sûriyeyê nîşan da.
Li ser rewşa herêmê, Macron û Şer tekezî li ser parastina serweriya Sûriyeyê kir.
Macron hebûn û bombebaranên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê şermezar kirin û anî ziman, "Mafê Îsraîlê nîne ku serwerî û ewlehiya welatên cîran bin pê bike."
Macron her wiha xwest ku hemû hêzên ku bi awayekî neyasayî di nav axa Sûriyeyê de ne vekişin û parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê kir.
Vegerandina şûnwarên dîrokî
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di gaveke dîrokî de 23 parçeyên şûnwarên dîrokî yên Sûriyeyê ji Fransayê wergirtine.
Ev parçe sala 2010an ji bo pêşangehekê biribûn Parîsê lê ji ber qutbûna pêwendiyan a di serdema desthilata Beşar Esed de nehatibûn vegerandin.
Ew şûnwar di nav balafira taybet a Serokê Fransayê de vegerandin Sûriyeyê.
Bi vî awayî Fransa dibe welatê yekem ku di pêngava Sûriyeyê ya ji bo wergirtina şûnwarên dîrokî de alîkariya hikûmeta nû dike.



