Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xetab ragihand ku ew kesên berpirsyarên teqînên berî 2 rojan ên li Şama paytexta Sûriyeyê hatine girtin.
Enes Xetab li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku endamên şaneya ku pêwendiya wan bi êrişên li Şamê re heye hatine desteserkirin û lêpirsîn derbasî qonaxeke nû bûye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xetab destnîşan kir ku lêpirsîn didome û got:
"Piştî ku lêpirsîn bi dawî bûn, em dê nasnameyên endamên şaneyê, rola wan a di teqînan de û pêwendiyên wan bi raya giştî re parve bikin."
Li nêzîkî Wezareta Geştyariyê ya Sûriyeyê ya li Şamê roja Sêşemê 2 teqîn çêbûbûn ku di wan teqînan de 4 jê polîs bi giştî 18 kes birîndar bûbûn.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî heman rojê li Şamê bû.
Piştî êrişê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihandibû ku dema hêzên ewlehiyê li herêmê lêgerîn dikir 2 bombeyên ku hatine bicihkirin dîtine.
Dema ku tîmên pûçkirina bombeyan amadehiya midaxaleyê dikir teqîn çêbûbûn.
Wezaretê eşkere kiribû ku bombeyek di nav otomobîleke parkkirî ya li kêleka rê de û ya din jî di nav konteynera gilêşê de hatibû bicihkirin.
Her wiha hatibû gotin ku ji bo tesbîtkirina kiryarên êrişê lêpirsîn didome.
.jpg&w=3840&q=75)

