Şam (Rûdaw) - Endamê Komîteya Amadekar a Zanîngeha Zanistên Parastinê ya Sûriyeyê Selîm Îdrîs eşkere kir ku biryara li ser çawaniya tevlîbûn û parastina pile û pisporiyên şervanên YPJyê ne di destê zanîngehê de ye, lê ev mijar li Wezareta Parastinê tê gotûbêjkirin.
Endamê Komîteya Amadekar a Zanîngeha Zanistên Parastinê ya Neteweyî ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Selîm Îdrîs di kongreyeke rojnamegeriyê de li ser paşeroj û entegrasyona şervanên jin ên Kurd (YPJ) di nav artêşê de, pirsên bersivandin.
“Ti kes rastî zilmê nayê”
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emîn ji Selîm Îdrîs pirsî bê ka dê bi şervanên jin ên Kurd (YPJ) re çawa têkilî were danîn, nemaze ku ew xwedî ezmûneke zêdetirî 13 salan a leşkerî û perwerdeyê ne. Her wiha gelo dê pisporî û pileyên wan ên berê werin berçavgirtin an na.
Selîm Îdrîs li ser vê pirsê wiha got:
"Ev pirs ne girêdayî Zanîngeha Neteweyî ya Zanistên Parastinê ye. Fermandarî biryarê li ser vê yekê dide, ji ber ku ev mijar di nav Wezareta Parastinê de tê gotûbêjkirin. Di dema şoreşê de gelek serbaz ji rejîma berê veqetiyan.
Ev pirs tenê ji bo şervanên Kurd ên ku niha tevlî artêşê dibin nîne. Ji bo her kesê ku dixwaze bibe parçeyek ji vê artêşê ye. Fermandarî li ser vê mijarê gotûbêjan dike. Bi her kesî re dê wekî hev têkilî were danîn û ti kes rastî zilmê nayê."
“Agahiyên berfireh li gel min nînin”
Nûçegihana Rûdawê di berdewamiya pirsên xwe de bal kişand ser cudahiya di navbera serbazên jin ên berê yên ji artêşê cuda bûbûn û şervanên jin ên Kurd de ku niha li ser erdê çekdar in û xwedî pisporî ne. Wê pirsî bê ka derî li pêş van pisporî û pileyên şervanên jin vekirî ye yan na.
Lîwa Selîm Îdrîs li ser vê pirsê jî got, "Derbarê me de, ez û Dr. Waîl, me agahî li ser mersûmê wergirt. Lê li ser çareserkirina rewşa pêkhateyên ku niha tevlî artêşê dibin, agahiyên berfireh li gel min nînin. Eger agahî li gel min heban, min ê bersiv bida."


.jpg&w=3840&q=75)
