Hewlêr (Rûdaw) - Tom Barrack diyar kir ku Sûriye ji bo hevkariyên berfireh ên bi şirketên mezin ên Amerîkayê re amade ye.
Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Sûriyeyê Tom Barrack bal kişand ser hevkariya di navbera şirketa enerjiyê ya Amerîkayê Chevron û Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê de.
Wî got ku ev hevbeşî dê beşdariyê di nirxandina çavkaniyên enerjiyê û jinûveavakirina binesaziya welêt de bike.
“Sûriye ji bo peymanên berbiçav amade ye”
Tom Barrack di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê de wiha got:
"Sûriye êdî amade ye ku bi şirketên pêşeng ên Amerîkayê re peymanên berfireh û berbiçav ên li gorî mercên heyî pêk bîne."
Armanca hevkariya Chevron û Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê
Barrack anî zimên ku ew ji ber hevkariya Chevron û Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê kêfxweş e.
Tom Barrack destnîşan kir ku armanca vê hevkariyê derxistina holê ya potansiyela enerjiyê ya Sûriyeyê, jinûveavakirina binesaziya krîtîk û piştgiriya bipêşketina aborî ye.


