Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan di çarçoveya bersivdayîna êrişa li bajarê Bempûrê yê Sîstan û Belûçistana Îranê de, li Sûriyeyê baregeheke leşkerî ya Amerîkayê kiriye armanc.
Supaya Pasdaran a Îranê li ser êrişa li baregeha leşkerî ya Tenefê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de gelek leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan "ji nişka ve" êrişî navenda fermandariya operasyonên taybet a Amerîkayê ya li herêma Tenefê ya Sûriyeyê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ev êriş wekî tolhildana êrişa Amerîkayê ya li baregeheke leşkerî ya artêşê ya li bajarê Bempûrê yê Sîstan û Belûçistanê hatiye kirin ku di wê êrişê de 7 leşker hatibûn kuştin.
Beşa Pêwendiyan a Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku di êrişê de ji bilî têkbirina pergaleke radarê û çend helîkopteran, hejmareke zêde ya leşkerên Amerîkayê jî hatine kuştin.
Gefên li ser Tengava Hurmizê
Di beşeke daxuyaniyê de Supaya Pasdaran a Îranê bal kişand ser Tengava Hurmizê û destnîşan kir ku kontrola temam a wê "wekî her tim" di bin desthilata wan de dimîne.
Her wiha hat gotin: "Heta ku xirabkariyên Amerîkayê bidomin, dê yek dilop petrol û gaz ji vê herêmê neyê hinartin."
Hefteyek e Amerîkayê êrişên xwe yên li beravên Îranê tund kirine.
Li gorî gotina rayedarên Amerîkayê, armanca êrişan nehîştina şiyana mûşekî û êrişkarî ya Îranê ya li wan keştiyan e ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin.
Di 24 saetên borî de jî çend pirên stratejîk ên ku bajaran bi Bender Ebasê ya parêzgeha Hurmizganê ve girê didin bûn armanc.
Pira Kehûristanê ya veguhastina kel û pelan bû.
Li beramberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê jî di çend qonaxan de êrişî baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê kir.



