Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya bajarên Şam û Dêrezorê yên Sûriyeyê di qezayeke trafîkê de 35 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Birêvebiriya Rewşên Bilez û Birêvebirina Karesatan a Dêrezorê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku îro Şemiyê li ser rêya Dêrezor û Şamê qezayeke trafîkê ya dijwar qewimiye.
Hat ragihandin ku otobuseke ku endamên Hêzên Asayîşê tê de bûn û otobuseke sivîlan li hev qelibîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di qezayê de 35 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê jî agahî dan û da zanîn ku di otobusekê de jin û zarok hebûne û got:
“Guman hene ku bombeyek di nava otobusê de hatibe danîn.”
Li gorî agahiyan, qeza li herêma di navbera Suxne û Tedmûrê ya li rojhilatê çoltera Humsê çêbûye.
Tîmên Parastina Sivîlan ên Tedmûr û Dêrezorê çûn cihê bûyerê û wan agirê ku piştî qezayê derketibû vemirand.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Tedmûrê.
Her wiha termên kesên mirî jî bi hevkariya aliyên pêwendîdar rakirin morgê.
Hêzên ewlehiyê li ser sedema qezayê lêpirsîn da destpêkirin.
.webp&w=3840&q=75)

