Hewlêr (Rûdaw) - Du şirketên hewavaniyê yên Almanyayê bi navên "Sundair" û "LEAV Aviation" dê dest bi seferên xwe yên asmanî yên ber bi Sûriyeyê ve bikin.
Saziya Giştî ya Hewavaniya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûriyeyê ragihand ku her du şirketan destûrên pêwîst wergirtine.
Bi vê yekê, ew tevlî lîsteya wan şirketan bûne ku dê seferên ber bi Sûriyeyê ve bikin.
Bernameya seferên Sundairê
Şirketa Sundairê dê hefteyê 2 seferan ji Berlînê ber bi Şamê ve bike. Ev sefer dê ji 1ê Tebaxa 2026an ve dest pê bikin.
Her wiha şirket dê hefteyê 2 seferan jî ji Berlînê ber bi Helebê ve bike. Seferên Helebê jî dê ji 1ê Çiriya Pêşîn a 2026an ve dest pê bikin.
Bernameya seferên LEAV Aviationê
Şirketa LEAV Aviationê jî bernameya xwe eşkere kir.
Şirket dê ji bajarê Dusseldorfê ber bi Şamê ve hefteyê 2 seferan bike. Ev sefer dê 29ê Tîrmeha 2026an dest pê bikin.
Her wiha şirket dê ji 1ê Tebaxa 2026an û pê ve, ji bajarê Kolnê ber bi Helebê ve hefteyê 2 seferan bike.
Hêla Asmanî ya Sûriyeyê jî amadehiyan dike
Saziya Giştî ya Hewavaniya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûriyeyê diyar kir ku ew li gel çend şirketên din ên navneteweyî jî di nav dan û standinan de ne.
Armanc ew e ku ew şirket jî dest bi seferên xwe yên ber bi Sûriyeyê ve bikin.
Li hêla din, Hêla Asmanî ya Sûriyeyê (Syrian Air) jî amadekariyan dike.
Tê payîn ku Hêla Asmanî ya Sûriyeyê di demeke nêzîk de bernameya seferên xwe yên asmanî yên ber bi Almanyayê ve eşkere bike.


.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)