Hewlêr (Rûdaw) - Hêzeke Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê îro bi ser malan de girt û welatiyekî Sûriyeyî desteser kir.
Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku ev êriş yek ji wan zincîre êrişan e ku Şam dibêje serweriya welat bin pê dikin.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku hêzeke Îsraîlê ya ji çend wesayîtên leşkerî pêk dihat derbasî gundê Tranjehê yê li gundewarê bakurê Quneytrayê bûye.
SANAyê da zanîn ku wê hêzê “bi ser çend malên sivîlan de girtiye û lêgerîn kiriye û paşê welatiyek desteser kiriye, biriye nav xaka dagirkirî û li herêmê vekişiyaye.”
Ev êriş rojekê piştî wê yekê hat ku SANAyê ragihandibû hêzên Îsraîlê derbasî gundekî din ê heman herêmê bûne.
Di wê operasyonê de jî bi ser malekê de girtibûn û welatiyek desteser kiribûn lê paşê ew berdan û vekişiyan.
Hebûna Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê
Ji dema rûxîna rejîma Beşar Esed a di Kanûna Pêşîn a 2024an de, hêzên Îsraîlê li hinek herêmên başûrê Sûriyeyê bi cih bûne.
Di wê demê de yekîneyên zirxpoş yên Îsraîlê xeta agirbestê ya sala 1974an derbas kiribû, ketibûn herêma bêçek a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de û derbasî hinek herêmên parêzgeha Quneytrayê bûbûn.
Ji wê demê ve Îsraîlê li bajarokên sînorî qedexeya derketina derve sepandiye û peymana veqetandina hêzan a sala 1974an betal kiriye.
Şamê gelek caran ev gav wekî binpêkirina serweriya xwe û binpêkirina peymana avakirina herêma bêçek a piştî şerê Ereban û Îsraîlê şermezar kiriye.
"Em li pey peymana ewlehiyê ne"
Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer doh di hevpeyvîneke xwe ya li gel televîzyona Al Jazeerayê ya ku navenda wê li Dohayê ye de, qala hebûna Îsraîlê kir.
Ehmed Şer diyar kir ku Şam li şûna rûbirûbûnê li dû lihevkirineke bi rêya dan û standinan e û wiha got:
"Çavên Îsraîlê jî li herêmê ne. Pêvîst nîne ku em tenê çavên xwe ji vî alî re bigirin.
Em hewl didin bi rêya peymana ewlehiyê pêwendiyê li gel wan deynin."
Şer her wiha anî zimên ku Şam xwe ji "pevçûnan" li gel Îsraîlê dûr dixe.
Serokê Demkî yê Sûriyeyê diyar kir ku peymana ewlehiyê ya di navbera her du welatan de dê "rê li ber qonaxa duyem a gotûbêjên li ser aştiyeke berfireh veke."
Lê belê wî got ku her peymana were îmzekirin divê "bêyî tewîzdayîna ji mafê Sûriyeyê yê li ser Golana dagirkirî be."
Sînor her ku diçe ber bi aloziyê ve diçe, ev yek jî di çarçoveya şerê berfireh ê herêmî de ye ku Îsraîl, Îran û komên ser bi wan ve tê de ne û bandora wî li ser çend welatên cîran heye.


.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)