Şam (Rûdaw) - Parlamentoya Sûriyeyê civîna xwe ya duyemîn a yasayî bêyî nûnerên Kurd ên li parlamentoyê li dar xist.
Di civînê de li ser reşnivîsa rêziknameya hundirîn dan û standin hatin kirin.
Ev rêzikname ji aliyê komîteyeke taybet ve hatibû nivîsandin lê ti nûnerên Kurd di nav vê komîteyê de cih negirt.
Reşnivîsa rêziknameya hundirîn ji 227 madeyan pêk tê. Di du rûniştinên pêşîn de tenê 18 madeyên wê hatine pejirandin.
Parlamenterên Kurd daxwaza hebûneke xurt dikin
Parlamenterên Kurd ên di Meclisê de balê dikişînin ser wê yekê ku beşdariya wan di komîteyan de gelekî girîng e.
Parlamenterê Kurd Ehmed Mûrad li ser vê mijarê got: "Em dê hewl bidin ku di komîteyên herî girîng de, wekî Xwendina Bilind, Perwerde û Destûrê, xwedî hebûneke xurt bin."
Li aliyê din, Parlamenter û Parêzerê Kurd Ridwan Sîdo diyar kir ku hebûna nûnerên Kurd di komîteya dadweriya veguhêz û mafên mirovan de pir girîng e.
Sîdo destnîşan kir ku divê ew kesên ku di dîrokê de sûcên li dijî Kurdan kirine werin darizandin û wiha pê de çû:
"Dadweriya veguhêz ji bo me pir girîng e. Ew ji bo çareserkirina neheqiyên ku li Kurdan hatine kirin, qerebûkirina wan û darizandina hemû kesên ku li dijî me sûc kirine, pir girîng e.
Em dê hewl bidin ku di hemû komîteyan de cih bigirin da ku encameke erênî ji bo Kurdan bi dest bixin."
Avakirina 21 komîteyên pispor
Li gorî endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê, ji bo bidawîkirina dan û standinan û pejirandina reşnivîsa rêziknameya hundirîn dibe ku zêdetirî 10 rojan pêwîst be.
Piştî bidawîbûna vê qonaxê, dê qonaxa destnîşankirina endamên komîteyên pispor dest pê bike ku ji 21 komîteyan pêk tê.
Ev komîte dê ji bo beşên cuda yên wekî karûbarên destûrî, darayî, aborî, parastin û ewlehî, pêwendiyên derve, xizmetguzarî, perwerde, tenduristî û çandiniyê bên avakirin.


