Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Şama paytexta Sûriyeyê bi Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Nûçegihana Rûdawê ya Şamê Solîn Mihemed Emînê ragihand ku civîn îro derdora saet 13:00an dest pê kiriye û heta saet 16:00an berdewam kiriye.
Li gorî agahiyên ku Solîn Mihemed Emînê dane, Ehmed Şer ji Mezlûm Ebdî xwestiye ku pêvajoya hilweşandina HSD û Rêveberiya Xweser û tevlîbûna wan a nav saziyên dewletê bileztir bikin.
Mezlûm Ebdî di bersiva xwe de diyar kiriye ku ew ji bo vê yekê garantî û ewlehiyê dixwazin.
Her du aliyan li ser "yekkirina" saziyan li hev kiriye û tê gotin ku pêvajoya yekkirina saziyan ji sedî 70 temam bûye.
Mijara perwerde û zimanê Kurdî
Yek ji mijarên sereke yên civînê perwerde û zimanê Kurdî bûye.
HSD û Rêveberiya Xweser dixwazin ku zimanê Kurdî bi temamî di bernameya xwendinê de cih bigire lê belê hikûmeta Sûriyeyê pêşniyar dike ku di hefteyê de tenê çend saetan dersên Kurdî hebin.
Dan û standinên li ser vê mijarê hîn berdewam dikin.
Di civîna li Şamê de Ehmed Şer, Mezlûm Ebdî, Sîpan Hamo û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê cih girtiye.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê berê hejmara lîwayên ku dê HSD tevlî wan bibe diyar kiribû.
Niha amadehî tên kirin ku biryara hilweşandina Rêveberiya Xweser û HSDyê û tevlîbûna wan a nav dewletê bi fermî were ragihandin.


