کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Beşar Esed / Wêne: HASSAN AMMAR/AFP via Getty Images-Arşîv

Beşar Esed / Wêne: HASSAN AMMAR/AFP via Getty Images-Arşîv

SÛRIYE

Dadgeha Şamê cezayê bidarvekirinê li Beşar Esed birî

RÛDAW

RÛDAW

11-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike
SÛRIYE19-11-2026

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar
SÛRIYE18-11-2026

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin
SÛRIYE11-11-2026

Li Reqayê du birayên Kurd hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Tawanan a Çarem a Şamê, cezayê îdamê li serokkomarê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed û birayê wî Mahîr Esed birî.

Ev biryar ji ber tawanên li dijî xwenîşanderên li parêzgeha Derayê yên di destpêka rûdanên Sûriyeyê de hat dayîn.

Dadwerê dadgehê îro (11ê Tebaxa 2026an) di rûniştina dadgehê de ragihand ku dadgehê bi yekdengî biryar daye ku Beşar Esed bi tohmeta kuştin û handana (teşwîqkirin) kuştinê sûcdar e.

Dadwer diyar kir ku Esed di van tawanan de "xwediyê biryara herî bilind" bû û wî dezgehên dewletê ji bo pêkanîna van tawanan bi kar anîne.

Her wiha hat destnîşankirin ku Esed di tawanên li dijî gelê Sûriyeyê de "sûcdarê manevw" ye.

Cezayê Atif Necîb

Dadgehê her wiha cezayê îdamê li birêvebirê berê yê Ewlehiya Siyasî ya Derayê Atif Necîb jî birî.

Necîb li dadgehê amade bû û ew bi tawanên li dijî mirovahiyê hat sûcdarkirin.

Li gorî daxuyaniya dadwer, Atif Necîb serkêşiya operasyona li dijî sivîlên li Derayê dikir.

Lêkolînan û gotinên şahidan piştrast kir ku Necîb di lêpirsîn û şkencekirina gelek girtiyan de cih girtiye.

Atif Necîb hemû tohmet red kirin lê dadgehê diyar kir ku redkirina wî li dijî rastiyên dozê ye.

Dadgehê her wiha cezayê sêdarê li hinek serkirdeyên din ên rejîma berê ya Sûriyeyê birî ku navên wan di dosyeya dozê de hene.

Dadgehê ew kes bi tohmeta "tawana kuştina bi qestî û şkenceya ku dibe sedema mirinê" sûcdar dîtin.

Navên kesên ku cezayê sêdarê li wan hatiye birîn

Li gorî biryara dadgehê, navên wan serkirdeyan wiha ne:

Mahîr Hafiz Esed (birayê Beşar Esed e), Fehd Casim Firêc, Mihemed Eymen Eyûş, Luey Elî el-Elî, Qusey Îbrahîm Mehyûb, Wefîq Salih Nasir û Telal Faris Iseymî.

Pirsên