Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li Îdlibê kiriye û ev êriş şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ev êriş “binpêkirineke eşkere ya serwerî û yekparçeyiya axa welêt e.”
“Êrişeke bê hincet e”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev tevgerên Îsraîlê “êrişên bê hincet” in û ev êriş wekî “aloziyeke xeternak” hatin pênasekirin ku “aramî û ewlehiya herêmê dixin metirsiyê.”
Wezaretê bal kişand li ser wê yekê ku êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve berdewam dikin.
Hat destnîşankirin ku hikûmeta Sûriyeyê hewl dide ku aramiyê biparêze û rê li ber zêdebûna aloziyan bigire lê êrişên Îsraîlê rê li ber van xebatên aramiyê digirin.
Banga ji bo Konseya Ewlehiyê
Şamê Îsraîl ji van êrişan berpirsyar girt û bangî civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî binpêkirinên Îsraîlê helwesteke hişk nîşan bidin û van êrişan şermezar bikin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku berjewendiyên neteweyî û mafên Sûriyeyê bi yasayên navneteweyî tên parastin û Sûriye dê bi rêyên rewa parastina mafên xwe bidomîne.



