Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku HSD hatiye fesixkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Koşka Gel a li Şama paytexta Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de ragihand ku “HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye fesixkirin û tevlî artêşa Sûriyeyê bûye.”
Ebdî di destpêka axaftina xwe de xîtabî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, gelê Sûriyeyê û malbatên pakrewanan kir û diyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî de ne û got:
"Em rûpeleke girîng a dîroka Sûriyeyê digirin û dest bi rûpeleke nû dikin ku navê wê aştî, aramî û avakirina welêt e."
“HSDyê dawî li desthilata Beasê û terora DAIŞê anî”
Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku şervanên wan di demên herî dijwar de berpirsyariyên mezin hildane ser milên xwe û anî ziman:
"Şervanên me destpêkê gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê ji desthilata Beasê û paşê jî ji terora DAIŞê rizgar kirin."
Wî destnîşan kir ku di van şeran de bi hezaran şervan ji bo paşerojeke ewle ya zarokên Sûriyeyê şehîd ketin.
“HSD wekî hêzeke serbixwe hat fesixkirin”
Mezlûm Ebdî eşkere kir ku şert û merc guherîne û Sûriye ketiye qonaxeke nû ya aştiyê.
Ebdî li ser çarenivîsa HSDyê biryara dîrokî ragihand û pê de çû:
"Piştî peymana bi Serok Şer re û temambûna pêvajoya tevlîbûna hêzên me ya di nav lîwayên Artêşa Sûriyeyê de, em îro bidawîhatina erkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihînin.
Em bi hemû berpirsyariya xwe radigihînin ku HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hat fesixkirin."
Ebdî diyar kir ku ew dê qurbaniyên şehîdan ti carî ji bîr nekin û anî zimên:
"Wan ji bo şer şer nekir, wan ji bo rojekê şer kir ku êdî pêwîstiya Sûriyeyiyan bi şer nemîne.
Em dixwazin ev roj bibe destpêka veguhastineke rasteqîn a ji qadên şer ber bi qadên avakirinê ve, ji dema çekan ber bi dema aştiyê ve û ji qonaxa parastina Sûriyeyê ber bi qonaxa avakirina Sûriyeyê ve."
Perwerdeya bi Kurdî dest pê dike
Ebdî bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê jî û ev yek wekî yek ji mafên herî girîng ên Kurdan bi nav kir.
Ebdî da zanîn ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di gelek merasîman de parastina vî mafî eşkere kiriye û got:
"Wekî ku me ji wî dît, helwesteke wî ya vekirî li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê û bipêşxistina biryara niha di paşerojê de heye.
Em dê îsal li ser bicihanîna vê biryarê bixebitin da ku em karibin di paşeroja nêzîk de li ser vê bingehê ava bikin."
“Sûriyeyeke yekbûyî û ewle”
Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de behsa Sûriyeya nû kir û got:
"Sûriyeya ku em dixwazim ava bikin, Sûriyeyeke ji bo tevahî gel û pêkhateyên xwe yên ji Ereb, Kurd, Siryan û Asûrî û Tirkmen e.
Em dixwazin Sûriyeyeke yekbûyî û ewle ku dê maf û rûmeta hemû welatiyên xwe biparêze û paşerojeke baştir ji nifşên nû re pêk bîne ava bikin.
Em şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin, rêheval û gelê xwe bi rêzdarî silav dikin."


