Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê ragihand ku nêzîkî ji sedî 34ê welatiyan nikarin bi rêya şebekeyan (torên avê/xetên avê) ava vexwarinê bi dest bixin.
Ji ber ku ev demeke dirêj e 1150 stasyonên avê naxebitin xelk neçar maye bi rêya tankeran avê bikire.
Birêvebirê Saziya Sektora Avê ya Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê Ubade Mubeyid li ser pirsgirêkên xizmeta avê axivî û got:
"Giştî ji 5700 stasyonên ava vexwarinê yên li welêt tenê nêzîkî 4200 stasyon di xizmetê de ne û derdora 1150 stasyonan hîn jî girtî ne."
Bandora şer li ser binesaziya avê
Mubeyid da zanîn ku sektora avê di salên krîza Sûriyeyê de bi sedema koçberiyê û wêrankirina binesaziyê rastî têkçûneke mezin hatiye.
Wî destnîşan kir ku beriya salên şer, şebekeyên avê digihîştin heta sedî 90ê welatiyan lê ev rêje di dema şer de daket sedî 50î.
Pêngavên nûjenkirinê û armancên paşerojê
Piştî bûyerên dawî û vegerandina 350 stasyonên avê ya ji bo xizmetê, rêjeya gihîştina avê careke din bilind bûye û gihiştiye ji sedî 76an.
Mubeyid derbarê dema pêwîst a ji bo nûjenkirina stasyonên mayî û ji bo ku rêjeya vegirtinê bibe ji sedî 100 wiha got:
"Ev yek bi giştî bi hebûna budceyê ve girêdayî ye û ji bo temamkirina vî karî 2-3 sal pêwîst in.”


