Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Bilind a Perwerdeya Teknîkî ya Sûriyeyê biryar da ku 18 peymangeh û beşên nû werin vekirin.
Ev encumen girêdayî Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ye.
Vekirina beşên zimanê Kurdî yên li parêzgehên Hisîça û Helebê jî di nav vê biryarê de ye.
Amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî
Li gorî biryara fermî ya encumenê, beşên xwendinê tên berfirehkirin.
Beşa Zimanê Kurdî di vê çarçoveyê de dê di bin sîwana Wezareta Perwerdeyê de bê vekirin.
Ev beş dê li her du parêzgehên Heleb û Hisîçayê di nava Peymangehên Amadekirina Mamosteyan de cih bigirin.
Ev pêngav ji bo perwerde û amadekirina mamosteyên pispor ên zimanê Kurdî wekî derfetekê tê dîtin.
Çend peymangehên nû vedibin
Her wiha di heman biryarê de hat ragihandin ku çend peymangehên din ên nû tên vekirin ku ev in:
· Peymangeha Teknîkî ya Bazirganiyê: Li bajarê Dûmayê (girêdayî Wezareta Perwerdeyê).
· Peymangeha Teknîkî ya Birêvebiriya Dîjîtal û Pergalên Agahiyan: Li Zanîngeha Îdlibê.
· Peymangeha Teknîkî ya Wergera Pratîkî: Li Zanîngeha Îdlibê.
· Peymangeha Teknîkî ya Kompîturê: Li Quneytrayê (girêdayî Zanîngeha Şamê).
Her wiha 14 peymangehên Navîn ên zanistên Şerîetê û Erebî tên vekirin ku Girêdayî Wezareta Ewqafê ye.
Ew peymangeh dê li parêzgehên cuda wekî Şamê (Qetîfe), Heleb (Sifîre), Minbic, Tirkmanbarih, Efrîn, Dêr Seman, Îdlib (Meeret Numan), Hims (Weer), her wiha li Tertûs, Dêrezor, Hisîça, Reqa, Dera û Quneytrayê bên vekirin.
Zêdetirî 200 peymangeh çalak in
Li gorî nexşe û amarên wezaretê yên ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an, 241 peymangehên teknîkî û 5 kolêjên pratîkî dikevin bin çavdêriya Encumena Bilind.
Rewşa wan saziyan bi vî rengî ye:
· 204 peymangeh niha çalak in.
· 18 peymangehên nû tên vekirin.
· 15 peymangeh ji nû ve tên vekirin.
· 5 kolêjên pratîkî li zanîngehan (Şam, Heleb, Laziqiye, Hema û Himsê) dixebitin.
Belavbûna peymangehan a li gorî parêzgehan jî bi vî awayî ye:
Şam 35, Heleb 31, Laziqiye 20, Hims 17, Dêrezor 17, Hema 16, Îdlib 13, Tertûs 13, Dera 10, Quneytra 9, gundewarê Şamê 8, Hisîça 7, Siwêda 7 û li Reqayê jî peymangehek heye.
Xerciyên xwendinê hatin yekxistin
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Merwan Helebî serokatiya vê civînê kir.
Di civînê de biryara yekxistina xerciyên xwendinê ya ji bo hemû peymangehan bi vî rengî hat pejirandin:
· Xwendina Giştî: Hezar lîreyên Sûriyeyî.
· Xwendina Paralel (Mûwazî): 10 hezar lîreyên Sûriyeyî.
· Xwendekarên Ereb û biyanî: Hezar û 500 dolarên Amerîkî.



