Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Zîbanê yê li rojhilatê
parêzgeha Dêrezorê pêla nerazîbûnên ji ber bipaşketina mûçeyan û bihabûna
sotemeniyê berfireh dibe.
Karmend derketine qadan û rêya ber bi Parzûngeha Petrolê ya
El Omerê girtiye.
Ew bi daxwaza dayîna mûçeyên bipaşketî û sererastkirina
rewşa kar û mafên xwe yên kar xwenîşandanan dikin.
Mûçeyên heşt mehan û daxwaza mafên kar
Li gorî çavkaniyên xwecihî, karmendên ku li Parzûngeha El
Omerê kar dikin wekî nerazîbûneke li hemberî bipaşketina mûçeyan û nediyarbûna
mafên kar rêya navçeyê girtiye.
Xwenîşander bi daxwaza ku mûçeyên wan ên bipaşketî bên dayîn
û rewşa wan a kar were sererastkirin derketine qadan.
Çavkaniyan got ku heta niha derbarê dema dayîna mûçeyan an
jî çarenivîsa karê karmendan de ti daxuyanî nehatine dayîn.
Nerazîbûn li dijî bihakirina benzînê
Girtina vê rêya ber bi Parzûngeha El Omerê ve di demeke wiha
de pêk hat ku li Dêrezorê û hinek herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, xwenîşandanên
li dijî biryara bihakirina benzînê berfireh dibin.
13ê Îlonê dest bi bicihanîna biryara bihakirina benzînê hatibû
kirin û benzîn, mazot û gaza malan hatibûn bihakirin.
Bihayên nû
Li gorî bihayên nû, lîtreya benzîna 95 oktan ji 152 lîreyên
Sûrî bûye 195 lîre û benzîna 90 oktan jî ji 142 lîreyan bûye 185 lîre.
Her wiha lîtreya mazotê ji 125 lîreyan bûye 175 lîre.
Bihayê tûpeke gaza malan jî ji 1,470 lîreyan bûye 1,600 lîre.
Li hinek deverên Dêrezorê û herêmên din, daxwazên aborî û civakî
bûne sedema xwenîşandanan û van bihayên nû jî nerazîbûn gurtir kirine.


