Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrrojavayê parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê, di depoyeke cebilxaneyan a artêşa Sûriyeyê teqînên bihêz çêbûn û li gorî amarên destpêkê 4 kes birîndar bûn.
Teqîn li devera Hedebeyê ya li rojavayê bajarokê Îsê qewimîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA), li cebilxaneya artêşê de teqînên tund rû dane û 4 kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeyê, rayedaran ji bo diyarkirina sedem û çavkaniya teqînan dest bi lêkolînan kirine.
Astengiya li pêşiya tîmên rizgarkirinê
Birêvebirê Operasyonan ê Birêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatan a Helebê Feysel Mihemed Elî daxuyaniyek da.
Feysel Mihemed Elî da zanîn ku ji ber ku teqîn didomin, di gava yekem de tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û yên tenduristiyê di gihîştina deverê de zehmetî dikişînin.
Hat ragihandin ku tîmên Parastina Sivîl karîne xwe bigihînin cihê bûyerê û 4 birîndaran ji herêmê derxin.
Malên derdorê hatin valakirin
Her wiha hat diyarkirin ku ji bo parastina canê sivîlan û hêsankirina karê tîman, malên nêzîkî qadê hatine valakirin.
Ji ber metirsiya teqînan, rêyên ku diçin wê herêmê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li çûn û hatinê hatin girtin.
Televîzyona fermî ya Sûriyeyê El-Îxbariyeyê jî ragihand ku li wê deverê teqînên li pey hev çêbûne û lêkolînên li ser sedema bûyerê didomin.



