Hewlêr (Rûdaw)
- Li gorî medyaya
Sûriyeyê, hêzên Îsraîlê îro li gundewarê parêzgeha Quneytrayê ya Sûriyeyê
tevgereke nû ya leşkerî pêk aniye û derbasî gundê Semedaniyeya Rojhilat bûne.
Medyaya xwecihî
ragihand ku leşkerên Îsraîlê bi tank û wesayîtên leşkerî ketine nav wî gundî.
Tank û
wesayîtên leşkerî ketin gund
Kanala nûçeyan a
El-Îxbariye ya Sûriyeyê diyar kir ku du tankên Îsraîlê û zêdetirî 15 wesayîtên
leşkerî ketine gund û ber bi derdora Til Kerûmê ve bi pêş de çûne.
Li ser hûrgiliyên
zêdetir ên vê tevgerê heta niha ti agahiyên fermî nehatine belavkirin.
Li gorî ajansa
fermî ya SANAyê, ev tevger bi rojekê piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê derdora
gundê Semedaniyeya Rojhilat ê li parêzgeha Quneytrayê topbaran kiribû.
Şamê xwest
Îsraîl vekişe
Ji dema rûxîna
desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an ve Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê
gelek caran êrişên bi topan û operasyonên bejahî yên leşkerî pêk anîne.
Şamê gelek caran
xwest ku hêzên Îsraîlê ji axa Sûriyeyê vekişin û pêbendiya xwe ya bi peymana 1974an
ducare kir.



