کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

SÛRIYE

Ceasefire: Li Sûriyeyê tolhildan û guhertina demografîk hene û divê pêkhate bên parastin

RÛDAW

RÛDAW

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Tom Barrack: Sûriye êdî amade ye ku bi şirketên Amerîkayê re peymanan îmze bike
SÛRIYE20-11-2026

Tom Barrack: Sûriye êdî amade ye ku bi şirketên Amerîkayê re peymanan îmze bike

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike
SÛRIYE19-11-2026

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar
SÛRIYE18-11-2026

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Navenda Mafên Sivîlan a Ceasefireyê Mark Lattimer ragihand ku Li Sûriyeyê tolhildan û guhertina demografîk hene û divê pêkhate bên parastin

Navenda Mafên Sivîlan a Ceasefireyê bi hevahengiya Navenda Kurdî ya Lêkolîn û Şêwrên Yasayî (YASA) û bi piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa Sûriyeyê raporeke berfireh belav kir.

Di raporê de bi taybetî behsa komkujî û koçberiya li Laziqiye, Tertûs û Siwêdayê hatiye kirin.

Birêvebirê Navenda Mafên Sivîlan a Ceasefireyê Mark Lattimer ji Londonê beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rapora dawî ya li ser binpêkirinên li peravên Sûriyeyê û Siwêdayê axivî.

Mark Lattimer tekez kir ku li gel hin gavên erênî yên piştî ketina Esed, hîn jî binpêkirin didomin û pêkhateyên wekî Elewî, Durzî û Kurd di nava tirsê de dijîn.

Amarên giran ên raporê û şahidhalên bûyeran

Li gorî raporê, ji destpêka şerê Sûriyeyê yê sala 2011an ve heta sala 2025an 580 hezar kesan canê xwe ji dest daye.

Her wiha nêzîkî 13 milyon kes bi darê zorê koçber bûne û tenê hejmareke gelekî kêm ji wan vegeriyane ser axa Sûriyeyê.

Ji bo amadekirina vê raporê, di navbera Îlona 2025an û Adara 2026an de bi zêdetirî 170 şahidhalan re hevdîtin hatine kirin.

Amarên ku di raporê de hatine eşkerekirin wiha ne:

Peravên Sûriyeyê (Adara 2025an): Nêzîkî hezar û 500 Elewî li Laziqiye û Tertûsê hatine kuştin ku li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) 100 jin jî di nav de ne.

Di navbera Adar û Gulana 2025an de 40 hezar kes ji peravan ber bi Libnanê ve koçber bûne.

Siwêda (Tîrmeha 2025an): Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, herî kêm 35 gund hatine valakirin û hezar û 350 Durzî hatine kuştin. Her wiha 192 hezar kes koçber bûne ku 155 hezar ji wan hîn jî venegeriyane malên xwe.

Amarên fermî yên Sûriyeyê: Komîteya Lêkolînan a Hikûmeta Sûriyeyê di amarên xwe yên fermî de ragihandiye ku di bûyeran de hezar û 426 sivîl û 238 heta 239 leşker hatine kuştin.

Li gorî wan amaran, heta Adara 2026an hejmara giştî ya kuştiyan gihîştiye hezar û 740 heta hezar û 760 kesan.

“Em hemû zanyariyan bi çavkaniyên NYyê re didin ber hev”

Mark Lattimer li ser wê yekê ka çawa bawerî bi gotinên zêdetirî 170 şahidhalan tê anîn, diyar kir ku pergaleke wan a taybet ji bo nirxandina îfadeyan heye û got:

“Em hewl didin wan zanyariyan bi raporên Neteweyên Yekbûyî û çavkaniyên din re bidin ber hev da ku bizanin kîjan şahidî rast in û kîjan ne rast in.

Reng e ne hemû zanyarî ji sedî 100 rast bin lê bi vê rêyê em dikarin wan çavkaniyan destnîşan bikin ku kêmtir pişta xwe bi zanyariyên wan tê girêdan.”

Lattimer li ser cudahiya di navbera amarên kuştiyan ên hikûmeta Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî de jî da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê li hin cihan hejmarên gelekî kêm belav kirine lê paşê dest bi dayîna agahiyên zêdetir kiriye.

Wî tekez kir ku lêkolerên Neteweyên Yekbûyî û yên hikûmetê hîn jî lêkolînan dikin û ya girîng ew e ku hikûmet amarên rast bide û cewherê “kuştina bipergal” bê eşkerekirin.

Tolhildana takekesî û metirsiya guhertina demografîk

Birêvebirê Ceasefireyê li ser pirsa gelo ev binpêkirin tolhildana takekesî ne yan guhertina demografîk, got ku “her du jî hene” û wiha domand:

“Li Hema, Hums, Laziqiyeyê û li cem Durziyan jî tolhildana takekesî û ya li ser asta civakê hebûye.

Di heman demê de li Siwêdayê hin mîlîs hene ku hewl dane demografiyayê biguherin.”

Lattimer dilgiraniya xwe ya kûr a li ser metirsiya guhertina demografîk a mayînde ya li Siwêdayê anî zimên û hêvî kir ku rewş wisa neçe serî û got:

“Civak gelekî ji hev dûr ketine û kontrola hikûmeta Sûriyeyê li ser piraniya Siwêdayê û derdora wê nîne. Ew 35 gundên Durziyan ên ku di bin desthilata hikûmetê de bûn û xelkê wan hatiye derxistin, gelekî zehmet e ku Durzî careke din li wan gundan bên bicihkirin.”

“Hikûmeta Sûriyeyê berpirsiyar e”

Mark Lattimer tekez kir ku divê hikûmeta Sûriyeyê berpirsiyariya van binpêkirinan bigire ser xwe û sedemên wê bi du xalan şîrove kirin:

- Hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê di dema borî de şkence û binpêkirin kirine.

- Hikûmet li hemû deveran ji parastina ewlehiya welatiyan berpirsiyar e. Li Siwêdayê û herêmên din mîlîsan êriş kirine û hikûmetê nekariye wan kontrol bike, her wiha hin kesên sivîl jî beşdarî wan tawanan bûne.

“Piştî Esed gavên erênî hene lê pêkhate hîn di tirsê de ne”

Lattimer li ser derfeta avakirina baweriyê ya di navbera pêkhateyan û hikûmeta nû de destnîşan kir ku li gorî serdema Esed guherînên gelekî mezin û erênî çêbûne.

Wî da zanîn ku civaka Sûriyeyê û ya navneteweyî piştî rûxîna Esed a dawiya 2024an bêhna xwe vedaye.

Lattimer wekî nîşaneyên erênî avakirina komîteya niştimanî ya ji bo kesên bêserûşûn, komîteya dadperweriyê û hin lêkolînên hikûmetê yên li deverên peravê bi bîr xistin.

Lê belê Lattimer hişyarî da ku ev gav têrê nakin û got:

“Divê hikûmeta Sûriyeyê karên baştir bike, mîlîsên di nava hikûmetê de bên kontrolkirin û pêkhateyên kêmîne yên wekî Elewî, Durzî û bê guman Kurd û hemû kesên din ên ku niha di nava tirsê de ne bên parastin.”

Banga ji bo Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî

Mark Lattimer di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser pêvajoya asayîkirina têkiliyan a bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re.

Wî ji Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî xwest ku piştrast bibin ka mekanîzmaya lêkolîna li ser tawanan li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî tê cîbicîkirin an na.

Lattimer got: “Divê Neteweyên Yekbûyî piştgiriya mekanîzmaya lêkolîna tawanan bike, ji ber ku di rastiyê de tawan û binpêkirin hîn jî didomin û beşekî mezin ê civak û pêkhateyan di nava tirs û dilgiraniyê de dijîn.”

Nûçeyên Têkildar

Tom Barrack: Sûriye êdî amade ye ku bi şirketên Amerîkayê re peymanan îmze bike
SÛRIYE20-11-2026

Tom Barrack: Sûriye êdî amade ye ku bi şirketên Amerîkayê re peymanan îmze bike

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike
SÛRIYE19-11-2026

Gabriyel Moş: Berdewamiya êrişên li ser Xiristiyanan tirsê çêdike

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar
SÛRIYE18-11-2026

Li Şamê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin: 2 kuştî, 4 birîndar

Pirsên