Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutteyê ku ji bo Lûtkeya Serokên NATOyê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ye, diyar kir ku demokrasî ji hilbijartinan zêdetir e.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte berî Lûtkeya 36an a Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ku dê li Enqereyê were lidarxistin, li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê rojnamegeran re axivî.
Zêdebûna mesrefên parastinê
Mark Rutte diyar kir ku di nava salekê de Kanada û Ewropayê mesrefên xwe yên leşkerî li gorî sozên xwe derxistine ji sedî 4an.
Rutte got ku ev yek hem ji bo ewlehiya wan hem jî ji bo ewlehiya kolektîf a hevalbendiyê gelekî girîng e û wiha pê de çû:
"Sala borî Ewropa û Kanadayê li gorî sala berê mesrefên xwe yên parastinê yên bingehîn ji sedî 20 zêde kirin.
Salên 2025 û 2026an zêdetirî 258 milyar dolaran veberhênana parastinê ya zêde hate kirin û ev dê bidome.
Çavkaniyên zêdetir, hêzên zêdetir û baregehên zêdetir ên me dê hebin.
Piştî salên dirêj ên veberhênana kêm, niha em şiyanên rasteqîn ava dikin.
Hevalbendên me yên Ewropayî û Kanada ev mesrefên xwe li gel Amerîkayê wekhev kirin.
Niha Ewropa û Kanada di warê wergirtina serkirdayetiya zêdetir de jî gavan diavêjin."
NATO xurttir dibe
Rutte tekez kir ku dê pergala parastinê ya herî xurt û rêgir a hevalbendiyê hebe.
Wî got baskê rojhilat ê NATOyê, di nav de herêma Baltîk û Arktîkê xurttir bûye û di heman demê de Ukrayna jî tê parastin.
Sekreterê Giştî da zanîn ku ev yek guherînekê di hişmendiyê de nîşan dide. Ev tê wateya Ewropayeke xurttir û NATOyeke xurttir.
Rutte diyar kir ku veberhênanên aborî vediguherin şiyanên leşkerî û wiha pê de çû:
"Em dravên xwe vediguherînin kar. Em dravê xwe vediguherînin mûşel, cebilxane û di heman demê de hêza li beramberî êrişên ku dikarin çêbibin.
Her wiha em pergalên pîşesaziya parastinê ya neteweyî jî xurttir dikin. Sibe dê foruma pîşesaziya parastinê ya me hebe.
Ev forum dê ji bo me hemûyan bibe platformek ku em parastina xwe ya saxlem û pêbawer nîşan bidin.
Ji ber ku divê em bibin hêzeke rêgir, pêdiviya me bi van hemûyan heye.
Ji Arkansasê heta Enqereyê, em dê li gel van parastinan aboriyên xwe jî xurt bikin û nûjeniyê bikin.
Em dê li her du aliyên Atlantîkê derfeta kar ji bo deh hezaran kesan ava bikin."
Rutte anî zimên ku ev yek ji bo ewlehiyê gelekî girîng e û divê parastina civakan bidome.
Wî got ku zext û metirsiya rûbirûbûna wan rasteqîn e û ev yek ji Rûsyayê tê û wiha domand:
"Niha Ukraynayê dînamîkên li qada şer guherandine. Ev guherîn li ser bingeha wêrekiya Ukraynayê, dilsozî û şiyana wê pêk tê.
Di xala parastina asmanî de Rûsya êrişî bajarên Ukraynayê dike û ev êriş didomin."
Rola Tirkiyeyê û pîşesaziya wê ya parastinê
Rutte bal kişand ser rola Tirkiyeyê û got ku Tirkiye ji 1952an, yanî ji dema ku bûye endama NATOyê ve, yek ji hêzên herî mezin ên leşkerî yên hevalbendiyê ye.
Rutte got, "Di nav 5-10 salên dawî de pîşesaziya we ya parastinê jî gavên mezin avêtine.
Li Tirkiyeyê 3 hezar şirketên ku di qada pîşesaziya parastinê de dixebitin hene."
Rutte destnîşan kir ku pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê hewcedariyên endamên hevalbendiyê yên ji bo parastina xwe dabîn dike û got:
"Serkirdayetiya Tirkiyeyê ya li NATOyê girîng e. Cihê we yê li ser nexşeyê girîng e. Lûtkeya ku li vir, li Enqereyê tê lidarxistin pir girîng e."
Rutte bersiva pirsa nûçegihanê AAyê ya li ser pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê da û got:
"NATO jixwe ji wê hilberîna ku Tirkiyeyê di qada pîşesaziya parastinê de derxistiye holê, gelekî sûdê werdigire."
Rutte diyar kir ku ASELSAN yek ji mînakên herî baş ên vê yekê ye û got ku li Tirkiyeyê ji şirketên mezin heta fîrmayên piçûk û navîn, gelek şirket di qada pîşesaziya parastinê de dixebitin.
Rutte got, "ASELSAN bi rêya pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê piştgiriyê dide gelek welatên din ên di nav hevalbendiya me de."
Wî tekez kir ku Enqere li gel hemû hevalbendiyê dixebite.
Rutte amaje bi serdanên şandeyên Belçîka û Polonyayê yên li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku Tirkiye li gel NATO, welatên Yekitiya Ewropayê (YE) û Amerîkayê hevkariyeke pir nêzîk dike.
Wî bi bîr xist ku şirketên pîşesaziyê yên Tirkiyeyê li Amerîkayê jî veberhênanên wan hene û got ku ev yek pir girîng e.
Demokrasî ji hilbijartinan zêdetir e
Li ser pirsa "Gelo Enqere ji bo lûtkeya demokrasiyên lîberal cihê rast e yan na, li gorî îdiayên ku zext li ser mixalefetê û rojnamegerên li Tirkiyeyê tê kirin û gelo serkirde dê vê mijarê li gel Serokkomar Erdogan gotûbêj bikin yan na?" Rutte ev bersiv da:
"Destûrê bidin ez vê bibêjim: Dema mijar demokrasî be, demokrasî ji hilbijartinan zêdetir e.
Helbet hilbijartin di demokrasiyê de xwedî giringiyeke jiyanî ne.
Lê demokrasî di heman demê de medyaya azad e. Anku hûn in yên ku niha di vê salonê de ne.
Demokrasî ew e ku hûn karibin her pirsên ku dixwazin bipirsin, her nivîsên ku dixwazin binivîsin û lêkolînên xwe bi azadî bikin.
Her wiha demokrasî ew e ku eger milet bixwaze, karibe xwenîşandan û protestoyan li dar bixe.
Ji bo NATOyê pir girîng e ku medya bi xwe û bêyî ti sînoran beşdarî van çalakiyên mezin bibe. Ev lûtke ji bo serkirdeyan derfeteke baş e ku van hemû mijaran rasterast li gel Serokkomar Erdogan gotûbêj bikin."
Li ser pirsa derbarê "ceza û astengiyên leşkerî yên veşartî" yên ku hinek endamên NATO û YEyê li ser Tirkiyeyê sepandine, Rutte rola xwe ya navbeynkariyê ya wekî Sekreterê Giştî bi bîr xist û got:
"Bêguman di hevalbendiyeke mezin a mîna NATOyê de her tim nîqaşên siyasî û carinan jî cudahiyên kûr ên nêrînan çêdibin.
Ez bawer dikim ku di xwezaya hevalbendiyên demokratîk de çêbûna van nîqaş û derzan tiştekî neçar e.
Di vê xalê de rola min a wekî sekreterê giştî ew e ku ez li pişt perdeyê û bi bêdengî çi ji destê min tê bikim da ku ez alîkariya çareserkirina van astengî û pirsgirêkan bikim."
Rutte li ser pirsa "Gelo hûn dê ji bo S-400ên ku Tirkiyeyê sala 2017an ji Rûsyayê kirîbûn çareseriyekê bibînin yan na?" got:
"Ez bawer dikim ku ev biryarek e ku bi temamî pêwendî bi têkiliyên dualî yên navbera hevalbendan re heye."



