Hewlêr (Rûdaw) - Her şev trilyonan candarên biçûk ên avî, kûrahiya deryayan li dû xwe dihêlin û ber bi rûyê avê ve avjeniyê dikin ku ev koça herî mezin a ajelan a li ser rûyê erdê ye.
Ev gera ku wekî "koça stûnî ya rojane" tê naskirin, her roj rû dide.
Bi daketina tariyê re, ajelên wekî zoplankton (candarên mîkroskopî), masiyên ronahîder û biçûk ji "devera mijdar" a deryayan hildikişin jorê ku xwarinê bixwin.
Beriya hilatina rojê, ew bi sedan metreyan vedigerin bin avê ku ji destê ajelên nêçîrvan rizgar bibin.
Zanyar dibêjin ku ev tevgera rojane ne ku tenê ji bo jiyana deryayî girîng e, her wiha alîkariyê dide hêdîkirina guherîna avhewayê jî.
Lêkolîneke ku ji aliyê Dr. Laura Hobbsa ji Komelgeha Zanistên Deryayî ya Skoçyayê û Dr. Jon Copleyê ji Zanîngeha Southamptonê ve hatiye kirin, rastiyekê derdixe holê.
Li gorî lêkolînê, trilyonan candarên deryayî yên biçûk salane heta 6 gîgaton karbon kom dikin û ev yek alîkariya birêxistina avhewaya erdê dike.
Devera mijdar a deryayê
Devera mijdar a deryayê di navbera 200-1000 metreyî di bin rûyê avê de ye.
Tê pêşbînîkirin ku ev dever bibe wargeha ji sedî 95ê hemû masiyên cîhanê.
Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, bikarhênerên amûra sonarê cara yekem çîneke nediyar dît ku xuya dikir her roj bilind û nizm dibe.
Piştre lêkoler têgihîştin ku ev ji hejmareke bêhejmar a ajelên deryayî pêk tê ku bi hev re koç dikin.
Dema ku ev ajel li nêzîkî rûyê avê xwarinê dixwin, madeyên organîk ên bi karbonê dewlemend bi kar tînin û dema ku vedigerin kûrahiya deryayê jî, wî karbonî bi xwe re dibin xwarê.
Zana texmîn dikin ku ev pêvajo salane heta 6 gîgaton karbon dibe kûrahiya deryayan.
Li şûna ku ew karbon vegere atmosfera erdê, dikare bi sedan an jî bi hezaran salan li wir were ragirtin.
Lêkoler di wê baweriyê de ne ku tevgera milyaran ajelên avjen alîkariya tevlîhevbûna ava deryayan û belavbûna madeyên xwirekê dike lê belê ji bo piştrastbûna ji bandora wê ya temam, pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye.
Metirsiyên li ser 'devera mijdar'
Zana hişyariyê didin ku devera mijdar bi zexta berdewam a guherîna avhewayê û zêdebûna girîngîpêdayîna bi girtina masiyan a li kûrahiya deryayan re rûbirû dibe.
Germbûna deryayan û kêmbûna qeşaya deryayî jîngeha gelek cureyan diguherîne û dibe ku koça wan a rojane têk bide.
Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN) xwestiye ku berfirehkirina nêçîra masiyan a li devera mijdar bi awayekî demkî were rawestandin.
Ev daxwaz heta wê demê ye ku zana bi başî ji vê pergala jîngehî ya kêm naskirî û girîngiya wê ya ji bo jiyana deryayî û avhewaya erdê têbigihêjin.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

