Berlîn (Rûdaw) - Bi minasebeta salvegera 12an a êrişa DAIŞê ya li Şingalê û Komkujiya Êzidiyan a ku 3yê Tebaxa 2014an pêk hatibû, li Berlîna paytexta Almanyayê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de bangî hikûmeta Almanyayê hat kirin ku wan sozên di biryara komkujiyê ya Parlamentoya Federal de hatine dayîn bi cih bîne.
Bername li Nûnertiya Herêma Kurdistanê bû
Bername bi organîzasyona Konseya Navendî ya Êzidiyên li Almanyayê li Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Berlînê hat lidarxistin.
Gelek mêhvanên ji Herêma Kurdistanê û Almanyayê beşdarî bernameyê bûn.
Nûnerên hikûmetê, endamên Parlamentoya Federal û nûnerên civaka Êzidiyan di çalakiyê de amade bûn.
"Em bêhêvîbûna Êzidiyan fêhm dikin"
Parlamenterê Parlamentoya Federal a Almanyayê Peter Heidt di bernameyê de axivî.
Wî diyar kir ku daxwazên civaka Êzidiyan nehatine bicihanîn û wî hikûmet rexne kir û got:
"Ez bêhêvîbûna Êzidiyan fêhm dikim. Me wekî parlamentoyê sala 2023yan komkujiya li dijî Êzidiyan wekî jenosîd qebûl kir û me biryareke ji 20 madeyan qebûl kir ku em dixwazin werin bicihanîn.
Lê hikûmeta federal van biryaran bi cih nîne. Bi dîtina min wezareta pêwendîdar bi têrkerî girîngiyê nade vê mijarê."
"Ev 12 sal in her şîn e"
Serokê Konseya Navendî ya Êzidiyên li Almanyayê Îrfan Ortac jî bangî hikûmeta Berlînê kir ku biryarên Parlamentoya Federal bêyî ku zêdetir dereng bimînin werin bicihanîn.
Îrfan Ortac li ser vê mijarê wiha axivî:
"Aktorên herî girîng Êzidî ne û ew welatê ku em lê dijîn ango Almanya ye. Ev 12 sal in her şîn e, her şîn e. Êdî divê em bibêjin bes e, divê em bi xwe tiştekî bikin.
Ya duyem jî divê hikûmeta Almanyayê biryara ku stendiye îsal bi cih bîne, ne sala bê, ne jî 5 sal bi şûn de."
Xelata edaletê ji bo dadwerekî Îraqî
Di çarçoveya çalakiyê de, ji ber hevkariyên wî yên di warê parastina mafên Êzidiyan û têkoşîna edaletê de, dadwer û nivîskarê Îraqî Zuheyr Kazim Ebûd hêjayî xelatê hat dîtin.
Zuheyr Kazim Ebûd piştî ku xelata xwe wergirt axivî û got, "Ji bo ku aştiyeke mayînde û lihevkirineke civakî li Îraqê pêk were, divê li ser bingeha edaletê gavên berfirehtir werin avêtin."
Almanya mazûvaniya herî mezin a dîyasporaya Êzidiyan a cîhanê dike.
Di bernameya bîranînê ya li Berlînê de peyama jibîrnekirina Komkujiya Şingalê û domandina lêgerîna edaletê ya ji bo mexdûran hat dayîn.


