Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî hinek çavkaniyên haydar û karmendên Şirketa SpaceXê yên ku ji Washington Postê re axivîne, Îranê bi sûdwergirtina ji înterneta Starlinkê êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
Vê yekê xwediyê Şirketa SpaceXê Elon Musk gelekî hêrs kiriye ku hem Tehranê û hem jî Washingtonê teknolojiya şirketê ji bo êrişkirina li hev bi kar aniye.
Sibata îsal dema ku Amerîka û Îsraîlê dest bi bombebarankirina Îranê kir û Tehranê jî bi mûşekên balîstîk û dronan baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kirin hedef, Musk gelekî hêrs bûye.
Li gorî du çavkaniyên haydar ên ji şirketê, tîma Musk gihîştiye wê encamê ku Îranê Starlink ji bo êrişên xwe yên li dijî hêzên Amerîkayê bi kar aniye.
Heman çavkaniyan amaje pê kiriye ku Musk ji ber wê yekê jî dilgiran bûye ku artêşa Amerîkayê dronên bombebarkirî li ser cureya leşkerî ya Starlinkê ya bi navê Starshieldê firandine lê planeke erzantir bi kar aniye ku tenê ji bo operasyonên bejahî hatiye veqetandin.
Pêşîneya Ukraynayê û berpirsên ku ji kar hatin dûrxistin
Li gorî çavkaniyên nav şirketê yên ku ji Washington Postê re axivîne, nûçeya li ser Îranê Musk hîn zêdetir hêrs kiriye çimkî kêmtirî du mehan berê wî ji bo rêlibergirtina bikaranîna Starlinkê ji aliyê hevrikekî din ê Amerîkayê ve di şer de gav avêtibûn.
Kanûna Paşîn artêşa Ukraynayê ji Musk xwest ku Şirketa SpaceXê ya ku xwediyê Starlink û Starshieldê ye, bikaranîna termînalên pêwendiyê sînordar bike.
Ev daxwaz piştî wê yekê hat ku Ukraynayê dîmenên vîdeoyê û bermayiyên droneke êrişber a dûrmenzîl a Rûsî ya ji cureya Italmasê bi dest xistin ku termînaleke Starlinkê li ser baskê wê hatibû bicihkirin.
Li gorî yekê ji çavkaniyên nav gotûbêjan, heta dawiya heman hefteyê herî kêm du berpirsên bilind ji ber bûyerên bikaranîna şaş a xizmetguzariyê ji kar hatin dûrxistin.
Înterneta Starlinkê bi rêya bi hezaran peykên xulgeha nizm înterneta gerok dabîn dike û li zêdetirî 160 welatan bi rêya bi sedan firoşkarên rêpêdayî yên aliyê sêyem berdest e.
Lêkolerê Bilind û Birêvebirê Bernameya Demokrasî, Nakokî û Hikûmdariyê li Saziya Carnegie ya ji bo Aştiya Navneteweyî Steven Feldstein got:
"Her tişt vedigere ser wê yekê ka kî kontrola sermayeyeke leşkerî ya girîng di destê xwe de digire: Amerîka yan kesekî taybet."
Wî her wiha amaje pê kir ku aliyên xirabkar "karîne sûdê ji vê teknolojiyê wergirin û bi awayekî bi kar bînin ku bi taybetî zererê bigihîne ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê."
Sînordarkirin û nakokiya bi Pentagonê re
Kanûna Paşîn di bersiva daxwaza Ukraynayê de, SpaceXê pêwendiya wan termînalên Starlinkê yên li Ukraynayê qut kir ku leza wan di demjimêrekê de ji 70 kîlometreyî (nêzîkî 45 mîlan) zêdetir bû.
Her wiha şirketê bi artêşa Ukraynayê re ji bo wan amûrên ku ji sînorê lezê hatibûn efûkirin "lîsteyeke spî" ava kir.
Şêwirmendê berê yê Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Serhiy Sternenko got ku wê sînordarkirinê wisa kir "pergala sivîl a Starlinkê ji aliyê teknîkî ve ji bo operasyonên dronên Rûsyayê neyê bikaranîn" çimkî çekên Rûsyayê ji bo mana li asmanî pêwîstiya wan bi lezeke ji wê zêdetir heye.
1ê Adarê êrişeke dronan a Îranê baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Port Şueybaya Kuweytê kir hedef û di encamê de 6 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.
SpaceXê di nava çend demjimêran de ji bo wan balafiran şertê piştrastkirina nasnameyê sepand ku leza wan di demjimêrekê de ji 100 mîlî zêdetir e.
Pîlotekî taybet ê li herêma Charlotteyê ragihand ku Starlinkê bihayê amûra xwe çar qatan zêde kiriye û tomarkirin û piştrastkirina nasnameyê xwestiye.
Wî got ku tenê piştî dayîna hejmara pasaportê, destûrnameya ajotinê, hejmara dûvikê balafirê, koda transponderê û balafirgeha baregeha balafirê karîye ducare amûrê bi kar bîne. Di heman demê de kirêya mehane ji 60 dolarî derketiye 200 dolarî.
Musk serê meha Adarê ji ber bikaranîna xizmetguzariya xwe ya di dronên êrişber ên kêmmesref ên artêşa Amerîkayê de yên ku bi navê LUCASê tên naskirin hêrs bûye.
Pentagonê pereyê beşdariya bejahî ya Starshieldê dida, ne plana asmanî ya ku pênc qatan ji wî bihayî zêdetir bû.
1ê Adarê Musk li ser platforma Xê bersiva îdiayên Rûsyayê yên li ser bikaranîna Starlinkê ya ji aliyê Amerîkayê ve di dronên LUCASê de dabû.
Wî nivîsîbû ku bikaranîna termînalê ya ji bo pergala çekan "binpêkirina şertên xizmetguzariya bazirganî ya Starlinkê ye, ev ji bo hemû bikarhêneran derbas dibe û dema ku eşkere bibe tê rawestandin."
Li gorî çavkaniyeke haydar ji raporeke nepenî ya şer ku havînê pêşkêşî Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth hatiye kirin, ew rapor ji aliyê CENTCOMê ve hatiye amadekirin.
Di raporê de bi kurtî qala wê yekê hatiye kirin ku Îranê ew teknolojî wekî alternatîfekê ji bo pêwendiyên kevneşopî yên ku hêzên Amerîkayê ji bo lawazkirina wan xebitîbûn, ji bo fermandarî û kontrola hêzan û serpereştiya operasyonên dronên bombebarkirî bi kar aniye.
Berdevka Pentagonê Kingsley Wilsonê got, "Em ji hebûna raporeke Fermandariya Navendî ya ji bo Ofîsa Wezîrê Şer a li ser vê mijarê ne haydar in."
Wê li ser bikaranîna Starlinkê ya ji aliyê Îranê ve û bihayê Starshieldê jî ti daxuyanî neda.
Meha gulanê nakokiya di navbera SpaceX û artêşa Amerîkayê de li ser bihayê Starshieldê bi eşkereyî derket holê û Musk li ser Xê Pentagon bi "bikaranîna neguncaw a pergala sivîl a Starlinkê ya ji bo armancên leşkerî" tohmetbar kir.
Ev yek piştî wê hat ku Reutersê belav kir şirketê ji bo bilindkirina asta Starshieldê ya ji bo rêberiya dronên LUCASê xwestiye bihayê beşdariya mehane ji 5 hezar dolarî derxe 25 hezar dolarî.
Yek ji kesên haydar ên li ser zêdekirina bihayî got ku hinek karmendên leşkerî di dema dan û standinan de hest pê kiriye ku ji aliyê SpaceXê ve "wekî rehîn hatine girtin."
Rêlibergirtina bazara reş û hevsengiya li Îranê
Di hefteyên piştî êrişa 1ê Adarê de Musk û SpaceXê li ser tora firotinê rêkarên zêdetir girtin ber.
Di nav wan rêkaran de ew hebû ku ji firoşkaran hat xwestin nasnameya her kiriyarî piştrast bikin û bernameya "firotina nerasterast" hat rawestandin ku rê dida nûneran amûran bidin firoşkarên duyem.
Berî van guherînan, wekî ku du berpirsên pîşesaziya pêwendiya peykan dibêjin, piraniya caran tenê karteke bankê bes bû ji bo çalakkirina xizmetguzariyê li welatekî û bikaranîna wê li welatekî din.
Ev rêbaz di nav mixalefeta Îranê de ji bo qaçaxçîtiya amûran a ber bi nav welêt ve gelekî belav bû.
Kanûna Paşîn, piştî ku Hikûmeta Îranê di dema rûbirûbûna xwenîşandanan de qutkirina pêwendiyan sepand, Starlinkê ji bo her kesê li Îranê yê ku termînala wî hebû bêpere pêwendî dabîn kir.
Lêkolera Bilind a Enstîtuya Washingtonê Holly Dagresê got, "Înternet û medyaya civakî ji bo Îraniyan tekane rê ye ku dengê xwe li ser bûyerên nav welêt bigihînin."
Wê her wiha got, li gorî têgihîştina wê, birêvebiriya Trump naxwaze wê pêwendiyê qut bike çimkî zanyariyên çavkaniya vekirî girîng in di demekê de ku Balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê nîne û rojnameger nikarin bi azadî li nav welêt rûmalê bikin.



