New York (Rûdaw) - Seroka Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Christina Marcus Lassenê got, bipêşketineke baş e ku nasnameyê didin Kurdên Sûriyeyê.
Me di konferanseke rojnamegeriyê de du pirs ji Christina Marcus Lassenê pirsîn. Lassen Balyoza Danîmarkayê û Seroka Konseya Ewlehiyê ya meha Tebaxê ye.
Pirsa yekem li ser çarenivîsa Kurdan a li “Sûriyeya nû” û Mersûma 13an a ji bo dayîna nasnameyê bû.
Pirsa duyem jî li ser metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê yên piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û rola Bexdayê ya di parastina herêmê de bû.
Balyoz Christina Marcus Lassenê pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Gelekî spas Serok Xanim. Du pirsên min hene. Ya yekê li ser Sûriyeyê ye. Nêrîna we li ser pêvajoya veguhastina siyasî ya li Sûriyeyê çi ye? Gelo Danîmarka ji bo Konseya Ewlehiyê di peymana tevlîkirinê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de û fermana serokatiyê ya bi hejmara 13an a li ser mafê welatîbûnê û zimanê Kurdî ti rolê dibîne?
Christina Marcus Lassen: Destpêkê li ser Sûriyeyê û qonaxa veguhastinê. Ez dîsa dibêjim, em ti carî naxwazin di vî karî de zêde geşbîn bin. Sûriyeyê 14 sal di nav şerê navxweyî de derbas kir ku di bingehê de wekî serhildanekê dest pê kir lê veguherî şer.
Divê ez bibêjim ku em heta astekê bi awayekî erênî -bi baldarî lê bi erênî- bi bipêşketinên li Sûriyeyê yên piştî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an şaş man. Em wekî Konseya Ewlehiyê çûn Sûriyeyê da ku piştgiriya xwe nîşan bidin. Bi wateya ku ez bawer dikim Sûriye yek ji wan mijarên li ser rojeva Konseyê ye ku piştî rûxîna rejîma Esed hevahengiyeke rêjeyî li serê heye.
Ez dibêjim rêjeyî çimkî em di Konseyê de ti carî li ser her tiştî li hev nakin, xwezaya vî karî wisa ye. Hevahengî li ser hewldana ji bo piştgirîkirina vê hikûmeta nû ya veguhêz û wekî ku ew dibêjin "Sûriyeya Nû" ye lê belê helbet di heman demê de em dixwazin ew bi prensîbên xwe û wan prensîbên ku me di biryarnameyê de diyar kirine pêbend bin ku hîn kar li ser wan tê kirin.
Ew yek ji sedemên çûna me ya Sûriyeyê bû. Her wiha heta ku ez fêm bikim, Sekreterê Giştî jî ku hefteya borî çûbû, ne bi temamî lê hema hema ji bo heman sedemê çûbû. Em wekî endamên Konseyê piştî vegera wî pê re axivîn û ew jî heta astekê geşbîn bû.
Tiştê me bal kişandiye serê, parastina yekparçeyiya axê û serweriya Sûriyeyê ye lê em di heman demê de prensîbên hikûmeteke giştî û dadperweriya veguhêz bi bîr dixin. Berî du hefteyan "Carla Quintana" li vir bû ji bo ku li ser dosyeya windayan biaxive.
Her wiha du serokên komîteyên Sûriyeyê li vir bûn ji bo ku behsa dadperweriya veguhêz bikin. Bê guman ev hemû mijara beşdarbûna pêkhateya Kurd a di pêvajoya veguhastinê de jî li xwe digirin.
Ez bawer dikim ku em gelekî şaş man ku ev peyman pêk hat û Mersûma 13an a ku mijara nasnameyê jî li xwe digire derket. Ez bi xwe berî şer û di destpêka şer de li Sûriyeyê xebitîbûm û ez dizanim ku mijara nasnameyê ji bo niştecihên Kurd li wir mijareke çi qas mezin bû. Mebesta min mijara nasnameyê ye. Loma ji bo me ev bipêşketineke baş e.
Ez ducare dikim, em dixwazin wan gavên gelekî erênî han bidin (teşwîq bikin) ku me ji aliyê hikûmeta veguhêz a nû ya Sûriyeyê ve dîtine û em wekî Konseyê heta ku ji destê me tê alîkariya wan bikin. Ez bawer dikim di vê mijarê de em dikarin bandoreke zêdetir bikin çimkî heta radeyekê em li ser tiştên ku divê werin kirin li hev dikin. Em naxwazin dewleteke din a têkçûyî li Şamê bibînin. Em ji bo gelê Sûriyeyê kêfxweş in ku niha rêyeke cuda ya ji bo paşerojê xuya dike.
Rûdaw: Pirsa min a duyem li ser Herêma Kurdistana Îraqê ye. Li gorî raporan, hêzên Amerîkayê pergalên parastinê ji herêmê vekişandine çimkî meha îlonê leşkerên xwe vedikişînin. Herêma Kurdistanê jî dibêje Bexda li hemberî êrişên bi dron û mûşekan bi qasî ku pêwîst e wan naparêze. Gelo tiştek heye ku Konseya Ewlehiyê ji bo parastina sivîlên li herêmên wekî Kurdistanê bike ku rewşeke wan a taybet heye û hikûmeta navendî dibe ku ji bo parastina xelkê karê pêwîst nake? Spas.
Balyoz Christina Marcus Lassen: Wî bibore. Belê, dibe ku ji bîra min çûbe çimkî agahiyên min ên zêde li ser nînin. Derbarê pirsa te de ku gelo Konseya Ewlehiyê dikare li ser vê yekê gavan biavêje heke pêkhateya Kurd hîs bike ku ji aliyê paytexta wan ve nayên parastin.
Ev tiştekî wisa ye ku divê em herî kêm li ser lêkolînê bikin. Carinan, an jî bi piranî, kesekî me hebûye ku daxwaz ji Konseyê kiriye ku li ser vê mijarê nîqaş bike, heta niha tiştekî bi vî rengî ji bo me nehatiye gotin. Lê bê guman ev tiştek e ku ez dê lêkolînê li ser bikim. Spas ji bo ku te li vir ev yek anî ziman.

