Hewlêr (Rûdaw) - Tê angaştkirin ku li Almanyayê dê û bavekî Kurd bêyî zarokên xwe dersînorî Tirkiyeyê hatine kirin û zarokên wan ên pitik radestî Saziya Ciwanan (Jugendamt) hatine kirin da ku bên parastin.
Navê dê û bav û zarokan nehatiye dayîn. Her wiha bê ma kengî hatine dersînorkirin an xelkê çi bajarê Bakurê Kurdistanê ne jî ne diyar e.
Komeleya bi navê Konseya Penaberan a Hessenê ragihand ku sê zarokên wê malbatê di bin çavdêrî û parastina Saziya Ciwanan a Almanyayê de mane.
Zarokê herî biçûk 5 mehî ye, her du yên din jî sal û nîvî û 3 salî ne.
Li gorî agahiyên komeleyê, Saziya Ciwanan di meha sibatê de mafê welayetê ji destê dê û bav bi awayekî demkî derxistibû û ji bo zarokan wasiyekî fermî destnîşan kiribû.
Di dawiya meha hezîranê de jî zarok bi hinceta ewlehiyê ji malbatê hatibûn standin û li cihekî din hatibûn bicihkirin.
Komeleyê destnîşan kir ku ev pêngava Saziya Ciwanan ne biryareke daîmî ye, berevajî wê, ji bo parastina zarokan tedbîreke demkî ye.
Her wiha hat diyarkirin ku gelek bernameyên alîkariyê pêşkêşî dê û bav hatine kirin û mafê dîtina zarokan jî dabûn wan.
"Metirsiya veqetîneke hetahetayê"
Konseya Penaberan a Hessenê hişyarî da û got, di demekê de ku dê û bav têne dersînorkirin û zarok li Almanyayê dimînin, ev yek dikare bibe sedem ku dê û bav heta hetayê ji zarokên xwe qut bibin. Ev yek jî bi awayekî kiryarî egera yekbûna malbatê ji holê radike.
Li gorî medyaya Almanyayê, xala herî zêde tê rexnekirin jî ew e ku ev rewş ne bi biryara dawî ya Saziya Ciwanan an jî Dadgeha Malbatê, rasterast wekî encama pêvajoya îdarî ya dersînorkirinê pêk hatiye.
Scherenberg: Bê şik û guman skandalek e!
Birêvebirê Giştî yê Konseya Penaberan a Hessenê Timmo Scherenberg di vê derbarê de nerazîbûn nîşan da û got:
"Desthilata biryardayînê ya li ser veqetandina zarokan a ji malbatê, divê tenê di destê saziyên berpirsyar ên ewlehiya zarokan de be, ne di destê meqamên ku karê dersînorkirinê dikin de.
Afirandina rewşeke wiha ya kiryarî ya bi rêya dersînorkirinê, bê şik û guman skandalek e."
Scherenberg destnîşan kir ku piştî dersînorkirinê, hema bêje ne gengaz e ku zarok ji nû ve radestî malbatê bên kirin û wiha pê de çû:
"Piştî ku dê û bav ji welêt têne derxistin, vegerandina zarokan a nav malbatê di pratîkê de ne pêkan e.
Gelo Saziya Ciwanan dê çawa karibe binirxîne bê ma di helwest û tevgerên dê û bav de ti pêşketin çêbûye yan na?
Dema dê û bav êdî ne li vir bin û hevdîtinên di bin çavdêriyê de nikarin pêk werin, ev nirxandin ticarî nabe."
Qedexeya têketina Almanyayê…
Ji bilî vê yekê, hat diyarkirin ku qedexeya dubare-têketina Almanyayê li ser dê û bavên dersînorkirî tê ferzkirin û ji ber vê yekê şansê wan ê vegerê gelekî lawaz e.
Ji hêla din ve, tê gotin ku heta Saziya Ciwanan nirxandineke nû neke, nikarin zarokan bi serê xwe bişînin cem dê û bavê wan.
Scherenberg destnîşan kir ku perçebûnên wiha yên malbatî di pêvajoyên dersînorkirinê de car caran diqewimin lê ev bûyera dawî rewşeke vejarte (îstîsnayî) ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Di dema dersînorkirinan de em gelek caran dibin şahidê perçebûna malbatan lê belê, ez bi xwe heta niha qet rastî tiştekî wiha nehatime ku sê zarokên pitik di bin parastina dewletê de werin hiştin û dê û bavên wan bên dersînorkirin.
Heta roja îro me bûyerên wiha tenê li Amerîkayê dibihîstin. Mirovekî nîkarîbû bîne ber çavên xwe jî ku tiştekî wiha dikare li Almanyayê biqewime."
Çavkanî: DW / BK,TY


