Frankfurt (Rûdaw) - Dadgeha Herêmî ya Frankfurtê ya Almanyayê dest bi rûniştina yekem a darizandina Sabina T.yê kir.
Ew jineke nişteciha Almanyayê ye û bi endamtiya rêxistina DAIŞê tê tohmetbarkirin.
Sabina piştî 8 salên şer û jiyana li kampên Rojavayê Kurdistanê vegeriya Almanyayê.
Sabina sala 1990î li Bosniyayê ji dayîk bûye û li Almanyayê mezin bûye.
We heta asta zanîngehê xwendiye lê jiyana wê hingê guherî dema ku sala 2014an biryar da berê xwe bide Sûriyeyê.
Dozgerê Giştî yê Frankfurtê Thomas Betten li ser tohmetên li ser Sabinayê ji Rûdawê re axivî û got:
"Tohmetbar dawiya sala 2014an çûye Sûriyeyê û tevlî DAIŞê bûye.
Li wê derê cihê mayînê ji bo wê hatiye dabînkirin û pêdiviyên jiyana rojane ji wê rêxistinê wergirtine.
Paşê bi çekdarekî DAIŞê re hevjînî kiriye û zarokekî wê jê çêbûye."
Li gorî agahiyên Dozgerê Giştî, Sabina li wê derê bi çekdarekî Portugalî yê DAIŞî yê bi navê Ebû Îsa Endulusî re zewiciye.
Piştî 3 salan û bi têkçûna DAIŞê ya sala 2017an re, Sabina ji Reqayê reviyaye.
Ew ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatiye desteserkirin û ew şandine Kampa Eyn Îsayê ya li Rojavayê Kurdistanê.
Sabina sala 2019an ji Kampa Eyn Îsayê reviyaye.
Herî dawî sala 2022yan, ji Tirkiyeyê dersînorî Almanyayê hatiye kirin.
Zarokê wê yê ku ji bavekî DAIŞî li Sûriyeyê ji dayîk bûye jî bi wê re bûye.
Lêkolîn nîşan didin ku Sabina beriya çûyîna Sûriyeyê, li Almanyayê pêwendî bi komên Îslamî yên tundrew re daniye û nîqab li xwe kiriye.
Niha biryar e di 5 rûniştinên dadgehê de çarenivîsa wê jinê were diyarkirin.
Dê were diyarkirin bê ka ew çi qasî tevlî wan tawanên rêxistina DAIŞê yên wê demê bûye.
Kurteya dosyeyê:
Tohmetbar: Sabina T. (34 salî).
Tohmet: Endamtiya DAIŞê û niştecihbûna li herêmên di bin desthilata wan de.
Hevjîn: Ebû Îsa Endulusî (çekdarekî Portugalî).
Cihên ku lê maye: Almanya, Sûriye, Kampa Eyn Îsayê, Tirkiye û Almanya.
Darizandin: 5 rûniştin ji bo wê hatine diyarkirin.


.webp&w=3840&q=75)