Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Ewropayê ji bo endamtiya welatên nû bi taybetî Ukrayna, Moldova, Albanya û Montenegroyê gaveke dîrokî avêt û "nexşerêyek" eşkere kir.
Seroka Komîsyonê Ursula von der Leyenê ragihand ku berfirehbûna yekîtiyê êdî ne tenê bijarteyek e, "pêdiviyeke jeopolîtîk e."
Li gorî projeyê, Yekîtiya Ewropayê (YE) pergala xwe ya navxwe nû dike da ku ji bo hejmara giştî ya endaman amade bibe.
Ji bo 4 welatan lîsteya pêngavên taybet
Di daxuyaniya fermî ya ku ji Brukselê hat ragihandin de hate diyarkirin ku ji bo 4 welatên ku di reforman de herî bipêşketî ne, ango Ukrayna, Moldova, Albanya û Montenegroyê nexşerêyeke taybet û demên destnîşankirî hatine amadekirin.
Ev welat dê gav bi gav di warê aborî, enerjî û bazara hevpar de tevlî pergala YEyê bibin.
'Parastina tund' a li dijî bipaşveçûna demokrasiyê
Yek ji xalên herî balkêş a di plana nû ya YEyê de, mekanîzmayên parastina navxwe ye.
Komîsyonê hişyarî da ku eger welatên nû piştî endamtiyê ji pîvanên demokratîk û serweriya yasayî dûr bikevin, dê fonên wan ên aboriyê werin birîn û mafê wan ê dengdanê ya di saziyên YEyê de were sînordarkirin.
Ev wekî pergaleke nû ya cezakirinê tê nirxandin da ku rê li ber krîzên mîna rewşa Macaristanê were girtin.
Rakirina mafê vetoyê di dengdanên Yekîtiya Ewropayê de
Ji bo ku biryarên Yekîtiya Ewropayê piştî zêdebûna hejmara endaman neyên astengkirin, YE di yasayên xwe yên navxwe de guhertinan dike.
Li şûna pergala yekdengiyê ku her welatî dikaribû biryaran veto bike, pergala "piraniya dengdanê" tê nîqaşkirin.
Her wiha ji bo ku aboriya Ukraynayê ya mezin a çandiniyê zererê nede budceya giştî ya YEyê, planên budceyê yên taybet ji bo salên 2028-2034an hatine amadekirin.
Proseya endamtiya welatan û demên pêşbînîkirî
Di nav welatên ku dixwazin bibin endamên nû yên Yekîtiya Ewropayê de, Montenegro welatê herî bipêşketî ye û herî zêde nêzîkî vê armancê bûye.
Komîsyonê diyar kir ku Montenegro mercên dan û standinan yek bi yek bi awayekî serkeftî bi cih tîne û tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de wekî endamê nû yê yekîtiyê cihê xwe bigire.
Di pey re, Albanya bi reformên xwe yên bilez balê dikişîne û berpirsên Brukselê pêşbînî dikin ku Albanya derdora sala 2027an an jî piştî wê bigihîje endamtiya rasterast.
Li aliyê din, çavên tevahiya cîhanê li ser pêvajoya Ukrayna û Moldovayê ne.
Tevî şerê giran û hemû rûdanên dijwar ên li herêmê, Ukraynayê gavên xwe yên reforman ranewestandine.
YE armanc dike ku Ukrayna û Moldova heta sala 2030î bibin endamên rasterast lê belê ev rewşa erênî ji bo hemû welatan ne yek e.
Pêvajoya dan û standinan li gel Tirkiye û Gurcistanê, ji ber pirsgirêkên siyasî û demokratîk, niha bi temamî hatiye rawestandin.
Kîevê bersiv da Brukselê: "Em amade ne"
Piştî ragihandina vê plana dîrokî ya Komîsyona Ewropayê, rayedarên payebilind ên Ukraynayê yekser helwesta xwe diyar kir.
Alîkarê Serokwezîrê Ukraynayê yê Berpirsê Entegrasyona Ewropa û Euro-Atlantîkê ragihand ku Kîevê hemû mercên teknîkî û pîvanên pêwîst ji bo vekirina komên nû yên dan û standinan bi cih anîne.
Rayedarên Ukraynayê destnîşan kir ku ew amade ne di nava Çiriya Pêşîn de gavên nû û fermî biavêjin û heta dawiya salê hemû qonaxên mayî vekin.
Hat destnîşankirin ku eger Parlamentoya Ukraynayê yasaya mafên perwerdeyê ya kêmneteweyên zimanî bipejirîne, dê her du komên din ên dan û standinan hefteya bê li Luksemburgê werin vekirin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî berê diyar kiribû ku ew bi hevahengiyeke baş li gel Yekîtiya Ewropayê kar dikin da ku peymanan bi cih bînin û spasiya piştgiriya aborî û leşkerî ya berdewam a YEyê kir.
Tê çaverêkirin ku Zelenskyy hefteya bê beşdarî civîna serokên 27 welatên YEyê bibe da ku vê serkeftina dîrokî pîroz bike.



