کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin
Cîhan21-11-2026

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e
Cîhan21-11-2026

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin
Cîhan21-11-2026

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin

Hewlêr (Rûdaw) – Alimê Kurd Dr. Şêx Murşid Maşûq Xeznewî got; “Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan.”

Alimê Kurd Dr. Şêx Murşid Maşûq Xeznewî beşdarî Konferansa 3yemîn ya Navneteweyî ya Kurdên Qefqasyayê de ku li Tîflîsa paytexta Gurcistanê bû.

Xeznewî tekez kir ku dijminên gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de hewl daye ku pirolî û pirmezhebiyê ji bo parçekirina civaka Kurdistanê wekî sînor û dîwaran bi kar bînin.

Wî bal kişand ser wê yekê ku divê ev cudahî di bin sîwana nasnameya Kurdistanî de bibin çavkaniya hêz û hevgirtinê.

Şêx Murşid Xeznewî ji nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî re axivî û Kurdistan şibande baxçeyekî rengîn:

“Kurdistan wekî baxçeyekî gulan e; baxçe bi tenê bi rengekî naxemile, lê bi hebûna gulên cuda yên ji ol û baweriyên wekî Îslam (Sunî û Şîe), Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Cihû, Zerdeştî û Yarsanê xweşik dibe.”

“Armanca vê konferansê rakirina wan sînoran e”

Xeznewî destnîşan kir ku bi dehan sal in hewl tê dayîn ku ev rengînî di navbera Kurdan de bibe sedema dûrketinê û got:

“Ev konferans hewl dide wan dîwar û sînorên çêkirî di nava civaka Kurdistanê de rake, da ku em hestê Kurdistanîbûn û Kurdîtiya xwe xurt bikin.”

“Îslam ne li dijî avakirina dewleta Kurdan e”

Şêx Maşûq Xeznewî li ser pêwendiya ola Îslamê û doza neteweyî ya Kurdan, amaje bi nîqaşên heyî kir ku çima gelên din ên Misilman wekî Ereb, Tirk û Farisan bûne xwedî dewlet lê Kurd bêpar mane û bi zelalî got:

“Ola Îslamê ne li dijî miletê Kurd e û ne jî li dijî wê yekê ye ku Kurd ji bo avakirina dewleta xwe têbikoşin.”

Şêx Murşid Xeznewî di dawiya axaftina xwe de, hêviya berdewamiya van civînan xwest da ku hemû pêkhateyên olî yên Kurdistanê destê hev bigirin û ji bo paşerojeke geş a miletê Kurd bi hev re bixebitin.

Pirs û bersiv wiha ne:

Rûdaw: Konferansa 3yemîn ya Kurdên Qefqasyayê piştî Tîflîs û Astanayê careke din li Tîflîsê tê lidarxistin û mijara sereke rola olan a di civaka Kurdî de ye. Îro hûn ê li ser çi biaxivin?

Şêx Murşid Xeznewî: Wekî tê zanîn em ji Kurdistanê re dibêjin "baxçeyê gulan". Ev baxçe bi hebûna ol û mezhebên cuda dixemile. Dijminên me bi salan ev rengînî wekî sînor di navbera me de bi kar anî. Armanca vê konferansê rakirina wan dîwaran û pêşxistina Kurdistanîbûnê ye. Axaftina min a sereke dê li ser Îslam û pirsgirêka Kurdan be; ez ê bersiva wê pirsê bidim ka gelo Îslam li dijî dewletbûna Kurdan e yan na. Lê ji wê girîngtir, beşdariya birayên me yên Êzidî, Xiristiyan û Cihû di vê konferansê de nîşana hewldana me ya ji bo rakirina wan sînoran e. Hêviya me ew e ku di konferansên bê de hemû pêkhateyên wekî Zerdeştî, Yarsan û Ehlê Heq jî li dora hev bicivin û ji bo paşerojeke xweş a Kurdistanê destê xwe bidin hev.

Rûdaw: Gelekî spas. Wekî ku di dirûşma konferansê de jî hatiye diyarkirin, armanca sereke ew e ku ev rengîniya olî bibe çavkaniya bextewarî û hêza civaka Kurdî.

Nûçeyên Têkildar

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin
Cîhan21-11-2026

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e
Cîhan21-11-2026

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin
Cîhan21-11-2026

Kurdên li Munîhê 35 sal in bi navê ‘Lîsteya Kurdistanê’ têdikoşin

Pirsên